Sertiraşê dilxwaz serdana Mizrakli kir
Sertiraşê dilxwaz Resul Yilmaz, berî Cejna Qurbanê li kuçeyan digere û bêpere pora zarokan diqusîne, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir.
Resul Yilmaz, welatekî dilsoz e û nêzî du mehan berê projeyeke da destpêkirin. Li gorî vê, Yilmazê sertiraş, li kuçeyan digere û pora zarok û kalan û mirovên xizan bêpere diqusîne. Yilmaz serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin Dr. Selçûk Mizrakli kir.
Mizrakli ji ber vê keda wî destxweşiya Yilmaz kir û got, “Hin dewlemendî hene, di dil û bîreweriyên me de peyda bûne, em ti car wan winda nakin. Ev camêr dilê wî ji laşê wî gelek mezintir e, pêşwazîkirina wî ji bo min şanazî ye. Ku mirov destê xwe bide mirovekî di tengiyê de, destê zarokekî pêbend bigire, pîrozîya herî mezin e. Ti tişt ji şadkirina zarokekî xweştir nîn e. Bextewarkirina zarokan hestên mirovî geş dike û her kesî dilşa dike.”
Yilmaz jî der barê projeya xwe ya bi dilxwazî de Mizrakli agahdar kir û pirtûkên ku bi xwe re anîbûn diyarî Mizrakli kir. Mizrakli jî makîneya porqusandinê diyarî Yilmaz kir û jê re serkeftin xwest.
