Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Stargeha heywanan a nû tê çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, Navenda Venêrtin û Rehabîlîtekirina Heywanan ku bi karê dermankirina heywanên kuçe û kolanan radibe li cihê nû ava dike.

Stargeha ku bi awayekî modern ji nû ve tê diyaznkirinê, li ser aqarekî 17 hezar û 54 metreçargoşe tê avakirin tê de dê amalyatxaneyek û laboratuvarek hebin ku heywanan pê derman bikin.

Di beşa laboratuvarê de ultrasyon, xwînxwênî û rontgen tên girtin, 51 holikên kûçikan, mala pisîkan, tewla dewaran û avahiyên kargêriyê hene.

Ji sedî 90 amade ye

Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, ji sedî 90’ê karûbarên dabînkirina stargeha heywanan bi dawî anîn, ev stargeh li gorî standartên serdemê ye.

Ekîban xebatên lêkirina avahiyê û binesaziya Navenda Venêrtin û Rehabîlîtekirina Heywanan qedandine, li gorî cureyê heywanan 3 stargehan lê dabîn dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, lê dixebite ku heta 20 rojan xebatên ser vê stargehê bi dawî bîne û wê bixe ber xizmetê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan