Tum Bel-Senê serdana Mizrakli kir
Serokê Giştî yê Tum Bel-Sena bi ser KESKê Erdal Bozkurt ligel endamên desteya rêveber, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir.
Serokê Giştî yê Tum Bel-Sena bi ser KESKê Erdal Bozkurt ligel endamên desteya rêveber, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir û di xizmetguzariya wî de daxwaza serkeftinê lê kir. Mizrakli, kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman û hevdîtinek xwemal bi mêvanên xwe re kir.
