Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Turnuvaya futbolê ya ciwanan dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin, Turnuvaya Futbolê ya Ciwanên Hişyar, bi beşdariya 34 tîman da destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok û ciwanan arasteyî sporê bike û jêhatinên wan derxe pêş bernameyên werşîzî saz dike.

Bi vê boneyê bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, Gerînendetiya Ciwanan û Sporê ya Bajêr û Nûnertiya TFF’ê ya bajêr, Turnuvaya Futbolê ya Ciwanên Hişyar hate pêkanîn.

Di turnuvaya ku li Dezgehê Walî Ahmet Cemîl Serhatli hate lidarxistin de, ji temenên 1415 û 12-13 ji du grûban zarok û ciwan di ber hev didin.

Di turnuvayê de ji bo 8 tîmên digihêjin nîv fînalê dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ve alîkariya kelûpelan lê bête kirin.

Turnuvaya futbolê bû cihê dîmenên rengîn û hevberiyên bi kelecan, lewra xwendekaran ji ber vê derfetê spasiya rayedarên şaredariyê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, dê ji bo zarok û ciwanan bernameyên weha li dar bixe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan