Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Vê yekşemê “Em bi hev re bimeşin”

Li welatên beşdarên Yekitiya Ewropayê (YE) bi mebesta jiyaneke paktir û jîngeheke paqijtir Hefteya Bizaftinê ya Ewropayê di navbera 16-22ê îlonê de tê pîrozkirin, Şaredariya Bajarê Mezin jî piştgiriya vê çalakiya meşyanê dike û heman wext li 81 bajarî bi hemwextane dê çalakiya “Em Bi Hev Re Bimeşin” bi rê ve biçe. Roja yekşemê meş li ber Sumerparkê dest pê dike.

Ji sala 2002yan ve ye, li welatên berbijêrên YEyê Hefteya Bizaftinê ya Ewropayê di navbera 16-22ê îlonê de tê pîrozkirin û bi vê mebestê bi hêmaya “Em Bi Hev Re Bimeşin” meşeke dûvdirêj tê lidarxistin. 22ê Îlonê roja Yekşemê meşa Diyarbekirê pêk tê.

Federasyona Ji Bo Her Kesê Spor serkêşiya vê organîzasyonê dike, Wezareta Spor û Ciwanan, Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê, Saziya Perwerdeya Bilind, walîtiya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin destekê didine vê organîzasyonê. Meş saet 14.00ê dest pê dike û di ser Cadeya Ekîncilerê re heta ber Parêzgariya Amedê dewam dike.

Mebesta vê organîzasyonê bo bale bikêşin ser jiyaneke paktir bi hemwextî li 81 bajarên Tirkiyeyê meş bi rê ve diçe. Serokdewlet Recet Tayyîp Erdogan û erkanê dewletê dê beşdarî meşa li Enqereyê bibe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan