“Vejîn”a li Sûrên Diyarbekirê xelata xwe girt
Xebatên Şaredariya Bajarê Mezin ên li ser beşa 1’ê ya Sûrên Diyarbekirê hêjayî xelata “Yekitiya Bajarên Dîrokî” ya bi navê “Berdewamî” hate dîtin û gihîşt xelata xwe.
TKB ji sala 2001’ê ve ye hersal Pêşbirka Arastekirina Proje û Pêkanînên Boneya Mîrateyên Çandî û Dîrokî li dar dixe, merasîma xebatdanê ya îsal li Navenda Çand û Pêşandanê ya Dr. Mîmar Kadîr Toptaş a li Stenbolê hate lidarxistin.
Di merasîmê de Serokê Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê Mehmet Karaaslan, xelat ser navê Şaredariya Bajarê Mezin ji TKB’ê wergirt.
Pêşbirka Pêşbirka Arastekirina Proje û Pêkanînên Boneya Mîrateyên Çandî û Dîrokî ku hersal ji aliyê TKB’ê ve tê lidarxistin îsal 33 şaredarî, 33 jê pêkanîn bi 61 projeyan beşdarî pêşbirkê bûbûn û projeya Şaredariya Bajarê Mezin a li ser Sûrên Diyarbekirê daye destpêkirin hêjayî xelata “Berdewamî”yê hate dîtin.
