Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Guzeloglu, beşdarî bernameya Roja Gazîyan bû

Bi boneya 19’ê Îlonê Roja Gazîyan li Anit Parkê bernameya bîranînê hate lidarxistin, Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu div ê bernameya çelengdanînê de amade bû.

Merasîm li Anit Parkê bi rê ve çû û ligel Rêzdar Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, parlamenter Oya Eronat, Fermandarê Kolorduya 7ê Tumgeneral Yilmaz Yildirim, Serdozgerê Komarê Ahmet Yavuz, kodemanên adlî, mulkî û eskerî, gazî û xizmên şehîdan û xwendekar tê de amade bûn.

Merasîm, bi danîna çelengên Parêzgeriya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin ji aliyê rêzdar Guzeloglu ve dest pê kir. Pişt re merşa Îstiqlalê hate xwendin û xwendekaran der barê giringiya rojê de helbest xwendin.

Piştî hingê Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Komela Gaziyên Muharîb Sîraç Ezer, der barê giringiya rojê der axaftinek kir.

Piştî axaftinan çeleng hatin pêşkêşkirin û merasîma li Anit Parkê bi dawî bû.

Piştî wê, şandeka gaziyan li gel Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Komela Gaziyên Muharîb Sîraç Ezer serdana Walîtiya Diyarbekirê kir.

Di serdanê de Walî Guzeloglu ji bo gaziyan axaftinek kir û 19ê Îlonê Roja Gazîyan li wan pîroz kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan