Walî Guzeloglu beşdarî palîya pembû bû
Yekitiya Hilberînerên Pembû ya Bîsmîlê Roja Paliya Pembû pêk anî, Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu beşdarî palehiya pembû bû û got, li Diyarbekirê sala 2023ê dê li ser 1 milyon dekar erdî pembû bête çandin û hilberandin.
Yekitiya Hilberînerên Pembû ya gundê Sêgirkan ê Bîsmîlê Roja Paliya Pembû pêk anî. Walî Hasan Basrî Guzeloglu, qeymaqamê Çinarê Selamî Kaya, Fermandarê Cendermeyan ê Bajêr Tuxgeneral Mustafa Erdem, Midûrê Bajêr ê Çandiniyê Mustafa Ertan Atalar, serekên daîreyan ên şaredariyê, endamên Yekitiya Hilberînerên Pembû ya Bîsmîlê di palînê de amade bûn.
‘Li Diyarbekirê dê li ser 1 milyon dekar erdî pembû bê çandin’
Walî Guzeloglu, di palehiyê de xîtabî beşdaran kir û behsa projeyên şaredariyê kir. Guzeloglu bi bîr xist ku plan ew e heta sala 2023yê li Diyarbekirê, li ser 1 milyon hektar erdî çandinî û helberîna pembû bête kirin.
