Walî Guzeloglu bi esnafan re
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di civîna DESOBê ya bi boneya sertiraş û kuafêran de axivî û behsa vîzyona bajarê Diyarbekirê bi berfirehî kir.
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di civîna DESOBê ya bi boneya sertiraş û kuafêran de beşdar bû. Civîn, li Salona Kombûnan a DESOBê pêk hat û ligel Serokê DESOBê Alican Ebedinoglu, endam û serekên jûrên bi ser DESOBê û Serokê Jûra Esnafan a Pisporên Ciwankariyê ya Sertiraş û Kuafêran a Diyarbekirê û endamên wê di civînê de amade bûn.
Di civînê de Serokê DESOBê Alican Ebedinoglu axaftinek kir û xweşhaliya xwe beşdariya Walî Guzeloglu anî ziman û got ku Şaredariyê di bin serektiya walî de Serokatîya Daîreya Esnafan damezrandiye û bona vê spasiya Guzeloglu kir.
Rêzdar Guzeloglu di civînê de axaftinek berfireh kir û bal kişand ser xebatên şaredarî û parêzgeriyê.
