Walî Guzeloglu di kongreya TUGVAyê de
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di bernameya Kongreya Giştî ya Asayî ya 3yê ya TUGVAya Diyarbekirê de axivî û got, “Nirx û dewlemendiya herî mezin ya civakekê ciwanên wê ne. Bêguman ciwan siberoja me ne. Navenda hemû armanc û bendewariyên me yên siberojê ciwan in. Bêyî ciwanan em nikarin siberoja xwe ava bikin.”
TUGVAya Diyarbekirê, 3yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre, li Navenda Çandê û Kongreyan a Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin. Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, qeymaqamê Sûrê Abdullah Çiftçi, Alîkarê Serokê Giştî yê TUGVAyê Beytullah Çiçen, Nûnerê TUGVAya Diyarbekirê Mahmut Yagmur, endamên TUGVAyê û nûnerên saziyên civaka sîvîl tê de amade bûn. Mahmut Yagmur, dîsa wek nûnerê Diyarbekirê yê TUGVAyê hate hilbijartin.
Di kongreya giştî de Walî Hasan Basrî Guzeloglu axaftinek kir û di axaftina xwe de behsa rûmet û qedirşînasiya bajarê Diyarbekirê kir. Pîrozbahiya kongreya TUGVAyê kir, destxweşî di kar û xizmetguzariya wan de jê re xwest û der barê xebatên ciwanan de got, “Nirx û dewlemendiya herî mezin ya civakekê ciwanên wê ne. Bêguman ciwan siberoja me ne. Navenda hemû armanc û bendewariyên me yên siberojê ciwan in. Bêyî ciwanan em nikarin siberoja xwe ava bikin.”
