Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Guzeloglu: Em ê zebeşa Diyarbekirê bi dinyayê bidin naskirin

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di 9emîn Festîvala Çand û Zebeşê ya Diyarbekirê de bal kişand ku ew ê bo parastina zebeşa Diyarbekirê xebatan bidin destpêkirin û got ku bo ku ew zebeşê bi dinyayê bidin naskirin ew ê xebatan geş û gur bikin.

Festîval, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Midûrtiya Çandinî û Daristanan a Bajêr ve bi hevkarî hate lidarxistin û tê de gelek pêşbazî hatin kirin. Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, parlamenter Ebubekir Bal, Qeymaqamê Baglarê Nihat Karabiber, Sekreterê Giştî Muhsin Eryilmaz, Şaredarê Baglarê Huseyin Beyoglu, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Serokê Borsaya Bazirganî ya Diyarbekirê Engin Yeşil, Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr Mustafa Ertan Atalar, serokên jûrên bazirganiyê û hevalên wan tê de amade bûn. berî bernameyê gundor û zebeş îkramî beşdaran hate kirin.

Di bernameyê de, Walî Guzeloglu û beşdar li pêşangeha wêneyan a bi hêmaya “Çandinî û Mirov” gerîyan û beşdarî pêşandana govendgeranê bûn. Piştre Koroya Muzîkê ya Çandiniyê stranên bi kurdî gotin û Midûrê Çandinî û Daristanan Mustafa Ertan Atalar der barê zebeşa Diyarbekirê agahî dan û got ku cihê kêfxweşiyê ye ku bo danasandina zebeşê festîvalek tê lidarxistin.

Paşê Walî Guzeloglu axaftinek kir û bal kişand ku ew ê Diyarbekirê li cîhanê bidine nasandin. Guzeloglu aşkere kir ku ew ê hemû bedewiyên bajêr bi cîhanê re bigihînin û got ku ew ê zebeşa Diyarbekirê li dinyayê bidine naskirin. Guzeloglu bi berfirehî behsa dîrok û çanda vî bajarê qedîm kir û got, xelkê Diyarbekirê layiqê tiştên herî baş e.

Çandinyarên zebeşê hatin xelatkirin

Festîvala Çandî û Zebeşê ya Diyarbekirê bi xelatkirina çandinyarên zebeşan bi dawî hat. Rêzdar Guzeloglu, Adil Aydin ê ku zebeşa 49 kg 100 gr hilberandiye û di pêşbirkê de bûye yekemin, bi 5 hezar TL xelat kir. Aç Hamid Atli jî zebeşa wî 47 kg bû û 4 hezar TL xelata xwe ji destê parlamenter Ebubekir Bal wergirt. Heçî Mehmet Atli ye, zebeşa wî 44 kg 400 gr girt, xelata sêyemîn bo wî çû û qeymaqamê Baglarê Nihat Karabiber xelat dayê. Her weha DTSO, DESOB û Borsaya Bazirganî ya Diyarbekirê jî zêrê tam, nîv zêr û zêrê çaryêk wek xelat dane çandinyarên zebeşan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan