Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu, di Fuara 13emîn a Çandinî û Ajeldarî ya Mezopotamyayê de

Karaloglu:

“Gava ku em li Diyarbekirê dinêrin ji Xwedê re hemd ku navendeke giring a çandinî û ajeldarî ya Tirkiyeyê ye”

Walî Munîr Karaloglu, beşdarî merasîma vekirinê ya 13emîn Fuara Çandinî û Ajeldarî ya Mezopotamyayê bû, fuar di navbera 15-19 adarê de ye û sektora çandinî û ajeldariyê tê de beşdar dibe.

Bername li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî a Mezopotamyayê birêve çû û Walî Karaloglu di axaftina vir de bal kişand ku her roja diçe giringiya sektora çandiniyê zêdetir dibe.

Karaloglu amaje pê kir ku Diyarbekir di nav warê bi adan ê Mezopotamyayê de ye û got ku wan li bajêr projeyên mezin ên çandiniyê bi pêş xistine.

Karaloglu, weha axivî:

“Gava ku em li Diyarbekirê dinêrin hemd ji Xwedê re ku navendeke herî giring a çandinî û ajldarî ya Tirkiyeyê ye. Dema pêşiya me projeyên me yên mezin ji bo avdanê ku pêk hatin Diyarbekir bi vê taybetiya xwe ne tenê li Tirkiyeyê dê li cîhanê bibe navendeke sereke di kertê çandinî û ajledariyê de.”

“Benda Farqînê projeyeke sereta ya avdanê ye”

Karaloglu diyar kir ku benda Farqînê dê mifayeke gelek mezin ji bo bajêr hebe û weha axivî:

“Benda Farqînê niha tê çêkirin piştî ku ev bendav amade bû, dê 2 milyon û 400 hezar donim erdê bejî bibe aqarê avdanê. Bi taybetî dê bi vê re Diyarbekir di warê hilberandina pembû, garis, soya heta gulberojan de bibe bajarekî sereta yê Tirkiyeyê.”

“Tirkiye di warê xeyrî sefî ya çandiniyê de li Ewropayê yekemîn li cîhanê 10mîn e”

Karaloglu aşkere kir ku Tirkiye di warê serkeftina çandiniyê de di nav welatên giring de ye û weha axivî:

“Tirkiye di warê xeyrî sefî ya çandinî de li Ewropayê di rêza serî de li cîhanê jî di rêza 10ê de ye. Em li cîhanê xwedan erda herî mezin di rêza dehê de nîn in lê di warê hilberîna ji çandiniyê de di rêza dehan de ne. Em vê serkeftina cotyar, sektora zexîreyê ya Tirkî pîroz dikin.”

Karaloglu behsa rêjeya veberhênan û veberhildana çandinîyê jî kir û ev gotin anîn ziman:

“Di sala 2021ê de rêjeya veberhênana çandiniyê ya Tirkiyeyê 25 milyar dolar e. Veberhildana wê jî 17,8 milyar dolar e. Yek ji sektorên zêde kara wê heyî jî sektora çandinîyê ye. Li cîhanê welatê herî zêde veberhêna çandinîyê dike Holanda ye û her weha rêjeya veberhildana herî bilind jî ya wê ye. Tu madeyê xam dikirî, berhem tînî û difiroşî. Li ser astê cihanê di warê çandina genimî de em serê yekê nîn in, lê bo veberhênana ardî di pileya serî de ne.”

Karaloglu bi bîr xist ku buhayê mazot û zibilî bi pirsgirêk in lê dewlet di vî warî de bi hilberîneran e û got ku ser astê cîhanê welatê herî zêde destekê dide cotyaran welatê Tirkî ye.

Karaloglu destnîşan kir ku Diyarbekir bajarekî sereta yê pêşangehan e û weha axaftina xwe bi dawî kir:

“Em ê her dem destekê bidine lidarxistina fuaran. Fuar di kîjan warî de be em wê derdixin pêş, nêzikbûnên nû yên der barê wî sektorî de, teknolojî û têgihîştinan tînin bajarê xwe. Ji aliyê din ve bi van fuaran re tevkariyeke baş ji esnaf û bazirganiya bajêr re çêdibe.”

Walî Karaloglu, Veysi Gulmez ê ku genimê herî xweşik hilberandiye xelat kir.

Piştî axaftinan qurdeleya fuarê ji aliyê vexwendiyên xwecihî û biyanî ve hate birîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan