Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu: “Diyarbekir ji xweliya xwe şîn dibe”

Bi boneya salvegera wexerkirina 63ê ya Celal Guzelsesê bi navê bilbilê şerqê tê nasîn şeveke yadkirinê hate lidarxistin, Kararoglu:

“Niha Diyarbekir ji nû ve ji xweliya xwe şîn dibe. Înşelleh dê ji Diyarbekirê Sezaî Karakoçên nû, Ziya Gokalpên nû, Celal Guzelsesên nû rabin. Înşeleh em ê Diyarbekirê bêhtir bi çandê, hunerê, sporê rengîn bikin.”

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameya çandê ya meha Sibatê de ji bo stranbêjê navdar ê Muzîka Tirkî Celal Guzelses şeva bibîranînê li dar xist.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandê û Civakê, bi boneya “Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran” bernameyên rengîn li dar dixe.

Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin, Walîtî, Wezareta Çand û Hunerê û TRT bi boneya 62emîn wexerkirina Celal Guzelsesê wek “Bilbilê Şerqê” tê naskirin, konserek hate lidarxistin.

Konsera ku li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç hate lidarxistin ji TRT2yê bi zindî hate weşandin.

Konser bi serperiştiya Şef Zafer Gundoogdu bi beşdariya hunermendên TRT radyoyê, Koroya Wezareta Çand û Turîzmê Şaristaniyan a Muzîka Klasîk a Tirkî ya Diyarbekirê, stranên Celal Guzelses hatin gotin.

Di konserê de stranbêjên naskirî Recep Kaymak, Bedrî Ayselî û Husamettin Subaşi jî wek hunermendên mêvan amade bûn.

Welatiyan eleqeyeke germ nîşanî konserê dan û hemûyan tev bi hev re stranên Celal Guzelses gotin.

Di dawiya bernameyê de Walî Munîr Karaloglu, ji ber tevkariya wî ya li geşedana çand û hunerê plaketek pêşkêşî neviyê Celal Guzelses kir. Neviyê hunermendê mezin bi navê wî hatiye binavkirin.

“Diyarbekir ji xweliya xwe şîn dibe”

Walî Karaloglu di axaftina xwe de bal kiaşnd ku ew hunermendê mezin bi hunermendên mezin yad dikin.

Karaloglu amaje bi wê çendê kir ku dîroka vî bajarî mişt bi çand û hunerê xemilîye û weha axivî:

“Diyarbekir bajarekî qedîm e, her dem bûye navenda çandê, hunerê û şaristaniyê. Diyarbekirê gelek şair û edîbên mezin di dergûşa xwe de hewandine. Lê mixabin van 40 salên dawîn me enerjiya xwe bi tiştên din ve mezaxt û lewra ev erda vî bajarî beyirî, pûç bû. Niha Diyarbekir ji nû ve ji xweliya xwe şîn dibeve. Înşelleh dê ji Diyarbekirê Sezaî Karakoçên nû, Ziya Gokalpên nû, Celal Guzelsesên nû rabin. Înşeleh em ê Diyarbekirê bêhtir bi çandê, hunerê, sporê rengîn bikin.”

“Wî musîqeya Diyarbekir gihand heta welatên cîran jî”

Stranbêj Recep Kaymak li ber destê Celal Guzelses gihîştiye, wî, bi bîr xist ku hunermendê gewre gelek nirx li musîqeya bajêr zêde kirine.

Kaymak aşkere kir ku Diyarbekir bi stranên Guzelses tê naskirin û weha axivî:

“Diyarbekirê musîqeya xwe bi welatên cîran jî da qebûlkirin. Wî bi dengê xwe yê zîz û zelal, bi dil û kezeba xwe strana xwe got, ne mimkûn e mirov nekeve ber bayê dengê wî. Wî hemû mirov girtin bin bandora sewta xwe. Ez bawer nakim, careke din dengekî weha li dinyayê rabe.”

“Ew lawê vê erdê bû”

Zafer Gundogdu jî aşkere kir ku ew gelekî kêfxweş e ku beşdarî di şeveke weha de kiriye.

Gundogdu bal kişand ku Guzelses şopeke mezin li pey xwe hiştiye û weha got:

“Ew bilbilê şerqê ye, wî cihekî xwe yê mezin di dilê me hemûyan de hiştiye, ew gelek rêz û hurmetê lê digirin, ew Celal Guzelsesê bi navûdeng e. Çimkî ew lawekî vê erdê bû. Me hewl da ku şeveke layiqê wî li dar bixin û em stranên wî yên xweş distrên, bi sewta wî ya bêhempa em ruhê wî yad dikin. Em gelekî şa ne ku şaqarekî weha li vê erdê Xwedê daye.”

“Di repertuara me de gelek stranên Diyarbekirê hene”

Stranbêj Husamettin Subaşi jî amaje bi musîqeya Diyarbekirê kir û got, vî bajarî musîqeyeke rengîn heye.

Subaşi diyar kir ku gelek berhemên giring ên vî bajarî hene û weha axivî:

“Diyarbekir bajarekî çandê ye, gelek qewm, gelek gel li ser vî bajarî jiyane. Vê çendê gelek fêda xwe li folklorê hebûye. Di repertuara me de stranên Diyarbekirê serê kewarê tijî dikin, pir zêde ne. Celal Guzelses gelekî tevkariya wî bo vê çendê çêbûye.”

Sevgî Ozbay yek ji bînerên bernameyê bû, diyar kir ku ew tevî malbata xwe hatine bo yadkirina hunermendî.

Ozbay bal kişand ser bernameyên bi vî awayî ku li bajêr birêve biçin û weha got:

“Em gelek pê dilzîz bûn, em gelekî dilşa ne ku liv ir bi hunermendên mezin re şaqarekî bajêr yad dikin. Em dixwazin Şaredarî serkêşiya xwe bi bernameyên weha berdewam bike, divê Diyarbekir bi helkeftên weha dilxweş bête bibîranîn.”

Selvî Pamukçu jî aşkere kir ku bi saya bernameyên weha hesta hevgirtin û tifaqê nav xelkê de geş dibe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan