Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu: “Em DÎSMEKê wek zanîngeha gel plan dikin”

Walî Munîr Karaloglu, Navenda Kursê ya DÎSMEKê ku Şaredariya Bajarê Mezin li navçeya Baglarê xiste ber xizmetê saxtî kir

Karaloglu:

“Em DÎSMEKê wek zanîngeha gel plan dikin, wisa bi rêk dixin. Înşelleh bi demê re bi hezaran xelkê Diyarbekirê ji van kursan sûdê werbigirin.”

Walî Munîr Karaloglu, li Navenda Kursê ya DÎSMEKê ku Şaredariya Bajarê Mezin li navçeya Baglarê xiste ber xizmetê, sexbêrî pêk anîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo di warê pîşekariyê de tevkariyê bike û xebatkaran ji bo sektora pîşesaziyê li ser binemayê teknolojiyê bigihîne, şiyanên ciwanan kevş bike û wan han bide ku bi şiyanên xwe karibin karekî fêr bibin xebatan dimeşîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo bêhtir xelkê Diyarbekirê ji perwerdeyê sûdê werbigire li dora Parka Golçe ya li Baglarê Navenda Kursê ya DÎSMEKê vekir.

Walî Karaloglu, bi boneya xebatên dawiyê hefteyê ligel kursîyerên DÎSMEKê hevdîtinek pêk anî. Karaloglu, çû navendê û li polan gerîya, demekê bi perwerdekar û kursîyeran re axivî.

Pişt re Karaloglu, bervankê atolyeya Aşpêjî û Pastevaniyê li xwe kir û bi kursiyeran re xebitî.

Karaloglu bal kişand ser giringiya DÎSMEKê ji bo bajêr û weha axivî:

“Em DÎSMEKê wek zanîngeheka gel plan dikin, wisa bi rêk dixin. Înşeleh di nava demê de bi hezaran Diyarbekirî ji kursên wê sûdê werbigirin. Vê derê dê hemû pêdiviyên Diyarbekirê bi cih bîne. Em kedekê di ber vî karî de didin. Em dixwazin ku gelê Diyarbekirê xizmeta herî layiq bi dest xwe ve bîne. Em ji bo vê mebestê têdikoşin.”

Di neh atolyeyan de kurs hene

Di navendê de neh atolye hene, çar polen teknolojiyê, çar dersgehên pêşketina takekesî, du yarîgehên zarokan, cihê fîtnessê, salona konfersansan û cihên vehesînê hene.

Dê perwerdeya ziman û pêşketina tatekesî di kursan de bêne kirin her weha kursîyerên xwedî zarok, ji bo zarokên 3-6 salî karibin demeke xweş lê derbas bikin, ji bo wan jûrên yarîgehê hene.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan