Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu: “Em dixwazin her ciwanê Diyarbekirî bibe xudan kar”

Walî Munîr Karaloglu, di hîmdanîna 5 kargehên tekstîlê yên li Bismilê ku dê derfeta kar bide 1500 kesî de got:

“Armanca me ew e ku her ciwanê li Diyarbekirê Xwedê daye ji bo karekî ji xwe re bibîne bil ali wir bijî û terka bajarê xwe neke. Bila li navçeya xwe, li bajarê xwe kar bibînin, nan bibînin û bextewar bibin. Hemû armanca me pêkanîna vê mebestê ye.”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, li navçeya Bismilê beşdarî hîmdanîna 5 kargehên tekstîlê bû ku ev kargeh dê 1500 kesî bike xwedî kar.

Di 28ê nîsana 2021’e de di navbera Wezareta Pîşesazî û Teknolojî û Wezareta Ciwanan û Sporê de bi mebesta pêşketina kesane ya civakî ya ciwanan girêbesta “Bernameya Ciwanên Jêhatî û Hilberîner” hate pêkanîn û bi vê mebestê li Bismilê 5 kargehên tesktîlê ku 1500 kes lê bixebitin, tên damezrandin.

Walî Karaloglu, di merasîmê de axivî û diyar kir ku li Bismil, Çermûg, Erganî û Tekstîl OSBê bi hevkatî projeyeke bi buhayê 57 milyonî pêş bixin bi hevkatî xebatên wan hene.

Karaloglu aşkere kir ku her 5 kargehên li ser 16 hezar û 500 metrekareyî ne bi buhayê 32 milyon û 500 hezar lîre digire û weha axivî:

“Armanca me ew e ku her ciwanê li Diyarbekirê Xwedê daye ji bo karekî ji xwe re bibîne bil ali wir bijî û terka bajarê xwe neke. Bila li navçeya xwe, li bajarê xwe kar bibînin, nan bibînin û bextewar bibin. Hemû armanca me pêkanîna vê mebestê ye.”

Karaloglu ji ber piştgiriya wan spasî li Serokomar Recep Tayîp Erdogan, wezîr û parlamenteran kir û got ku xebatên wan bi hemû leza xwe berdewam dikin.

Karaloglu bi bîr xist ku erda Bismilê erdeke bi adan e, li bajêr û herêmê erdeke bi ber e û got ku ji bilî van kargehên ku dê binaxeyê wan bête danîn xebatên wan ji bo damezrandina OSBê jî hene.

Karaloglu amaje pê kir ku bi damezrandina OSBya li Bismilê ve ew ê berhemên çandinî ji bo pîşesaziyê û hilberandinê bêne veguherandin û weha axivî:

“Dewlet razemendiya pêwist ger ji bo binesaziyê bike, em ê herêmên organîzeyê saz bikin. Pîşekarê me jî bêyî ku deverên çandiniyê ziyan bike dê li ser qadê kargeha xwe deyne, berheman bîne û bi rêkûpêk deriyê kar û nanî veke. Em îhaleya vê derê, xebatên wê li ser Serokatiya TÎKOB a Parêzgeriya Diyarbekirê dimeşînin. Xudanî karî KÎKOB e. Wê îhaleya wir kiriye. Wê derê teqîb dike. Înşelleh em ê heta payizê kargeha xwe teslîmî pîşekarên xwe bikin. Xwedê wê rojê nîşanî me bide.”

“Em hewl didin ku berxên Dîjleyê hevdu îstîsmar nekin”

Karaloglu destnîşan kir ku ew ji bo ciwanan di ber warî de xebatan dikin û bi bîr xist ku sala par, di navbera 17 şaredarî, Şaredariya Bajarê Mezin, Gerînendetiya Ciwanan û Sporê û Wezareta Ciwanan û Sporê de girêbesteke hate îzmekirin.

Karaloglu, axaftina xwe weha bi dawî anî:

“Di çarçoveya girêbestê de li her navçeya Diyarbekirê, projeyên me bo ciwanan hene. Înşeleh heta dawiya salê em ê gelek ji wan pêk bînin. Bila li Diyarbekirê şûnewarên xweşik bo ciwanan hebin da ku ciwan dema xwe li wir derbas bikin û neyên îstîsmarkirin. Bila berxikên Diyarbekirê, karikên Dîjleyê hevdu îstîsmar nekin, bila wan arasteyî deverên xelet nekin, em ji bo vê bizavê dikin.”

Parlamenter Mehmet Mehdi Eker jî axaftinek kir.

Piştî merasîma hîmdanînê Karaloglu û şandeya pê re, serdana esnafên ser cadeya Îstasyonê kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan