Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu: “Em ê asoya Diyarbekirê bi çand û hunerê geş bikin”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, “Pêşangeha Xetê Peyvên Nû” ya Xetkêş Levent Karaduman vekir

Karaloglu:

“Em hewl didin li Diyarbekirê hunerê xetatiyê ji nû ve saz bikin, hunera xetatiyê dîsa bixin rojeva gelê xwe û li Diyarbekirê xetatên nû bigihînin.”

Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya xebatên meha Sibatê de “Pêşangeha Xetê Peyvên Nû” ya Xetkêş Levent Karaduman li dar xist.

Vekirina pêşangehê li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç birêve çû, Walî Munîr Karaloglu di axaftina vir de got, armanca hunerê ew e ku jiyan û mirov xweşik bike.

“Diyarbekir di hunera xetatiyê de xwedî cihekî giring e”

Karaloglu bi bîr xist ku xetatiyê di nav hunerên kevneşopiya îslamî de xwedî cihekî gelek giring e û weha axivî:

“Gava çavkanî Qurana Pîroz be jiyan jî xweşik dibe, mirov jî xweşik dibe. Tê gotin, Qurana Pîroz li Mekkeyê nazil bû, li Qahîreyê hate xwendin, li Stenbolê hate nivîsandin. Yanî navenda hunera xetatiyê a kevneşopî Stenbol e. Lê gava em lê dinêrin Diyarbekir jî qonaxeke giring e di vê navberê de. Xetat Hamid Aytaç ji serdema Osmanî heta bi serdema Komarê ev hunera xetatiyê anîye û ew xelkê Diyarbekirê ye.”

Karaloglu bi bîr xist ku wan li ser bircên Deriyê Çiyê xebatên damezrandina muzeyekê û mekteba xetatiyê ser mavê Aytaç dane destpêkirin û got, “Em hewl didin li Diyarbekirê hunerê xetatiyê ji nû ve saz bikin, hunera xetatiyê dîsa bixin rojeva gelê xwe û li Diyarbekirê xetatên nû bigihînin, em bizavê dikin ku li Diyarbekirê hunermendên nû, xetat Hamid Aytaçên nû derkevin.”

Karaloglu, axaftina xwe weha bi dawî kir:

“Ji vir şûn de em ê li Diyarbekirê bêhtir giringiyê bi çandê, hunerê, sporê bidin. Em ê van xebatên xwe geş û gurtir bimeşînin. Pêdiviyê Diyarbekirê bi vê heye. Em hewl didin asoya Diyarbekirê ya tarîkirî bi çand û hunerê ronî bikin. Me got, îsal bila Sala 2021-2022 ya Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran be. Pêşangehên me, konferans, şano, lîstikên dike û gelek helkestên me yên çand û hunerê hene. Em ji gelê xwe yê Diyarbekirê dixwazin ku me ji malpera me, ji kovarên me yên mehane bişopînin, xebatên me bêhtir bigihînin xelkê Diyarbekirê.”

“Metoforeke me bi 5 peyv, 5 çîrok û 5 rengî heye”

Xetkêş Levent Karaduman diyar kir ku ew gelekî bextewar e ku li bajarê qedîm, Diyarbekira ûstat Xetat Hemîd Aytaç pêşangeha xetkêşiyê vedike.

Karaduman bal kişand ku ew bi pêşangeha xwe ya peyvên nû hunera xetatiya nûjen û ya kevneşopiya îslamî li

Gulnaz Dulunlu yek ji mêvana pêşangehê ye, diyar kir ku ew pê xweş e pêşangeheke weha li Diyarbekirê vebûye, heta dereng jî ketiye. Dulunlu diyar kir ku ew hêvîxwaz in pêşangehên bi vî rengî berdewam bin.

Hasan Nadîroglu jî aşkere kir ku kêfa wî bi pêşangehê hatiye û got, Qurana Pîroz bi rengên cuda cuda hatiye nîşandan, ev gelek balkêş e.

Nadiroglu, diyar kir ku pêşangehên weha dê rê li ber gihîştina hunermendên nû veke.

Pêşangeh heta 28ê Sibatê vekiriye.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan