Walî Karaloglu:“Em ê şînahiya Fîsqeya û Hevselê bigihînin hev”
Şaredariya Bajarê Mezin, projeya veguherandina Taxên Dîcle û Ferîtkoşkê bi encam kirin û mifteyên xwediyê xaniyan teslîm kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku taxa Dicle û taxa Ferîtkoşka bi ser navçeya Yenîşehrê wek deverên xeter hatin ragihandin li ser Fîsqeya etapa 1’ê lihevhatin pêk hat, xebata veguherandina bajarî li ser deverê hate kirin û mifteyên xwediyan danê.
Di merasîma li Salona Alî Emirî ya Şaredariya Bajarê Mezin de Walî Munîr Karaloglu axaftinek kir û got ku Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê li navenda Diyarbekirê, hin navçeyan û gundan xebatên veguherandina bajarî dane destpêkirin.
Karaloglu bi bîr xist ku Fîsqeya, taxa Dîcle û taxa Ferîdkoy ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ve wek deverên xeter hatine destnîşankirin û got ku xebatên xwedîtiya mafî û buhakirina milkî ji aliyê wezaretê ve têne birêvebirin.
Karaloglu, weha axivî:
“Van demên dawîn li Tirkiyeyê gelek karesatên mezin çêbûn lewra Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê zend û bendên xwe badan û giranî da xebatên veguherandinê. Lewra wezaretê barê hildana vî karî li vir radestî şaredariyê kir. Ji vir pê de Şaredariya Bajarê Mezin dê bi vî karî rabe. Niha xebatên hevdîtin û peymanên veguherandina bajarî Şaredariya Bajarê Mezin pêk tîne. Îro beşa yekê ya Taxa Dîcle tê nirxandin, di encama hevdîtin û peymanan de ku ji 15’ê tebaxê ve ne têne meşandin û bi TOKÎ’yê re têne kirin, di encama wan de em ê mifteya xwediyên xaniyan bidinê.”
Karaloglu diyar kir ku îro hem ji bo bajarê Diyarbekirê hem jî ji bo xebatên veguherandina bajarî rojeke giring e û got ku wextekê Diyarbekir ji Bexdayê heta Stenbolê bajarê hemî spehî, herî medenî, herî pêşketî bû lê vê sedsala dawîn ji ber buhrana herî mezin a mirovahiyê bûye bajarekî reben û dîmenên nexweş lê peyda bûne.
Karaloglu, aşkere kir ku ew lê dixebitin ku ew Diyarbekirê hem bi çanda xwe hem civaka xwe ve dagerînin ser resenî û binekara wê.
“Em ê şînahiya Fîsqeyayê bigihînin şînahiya Hevselê û jê dîmeneke nuwaze peyda bikin”
Karaloglu diyar kir ku ev xebata îro jî gavek ji vê hewldana wan e û got ku piştî edata ewil a vê veguherandinê pêk hat ew ê vê deverê sertapê bikin seyrangeh û warekî kesk û şîn.
Karaloglu di axaftina xwe de bi berfirehî behsa xebatên veguherandina bajarî kir û got ku di encama van xebatan de ew ê Diyarbekirê vegerînin ser reseniya wê.
Di bernameyê de parlamenterê Diyarbekirê Mehdî Eker û Wezîrê Avedanî û Bajarvaniyê Mehmet Karaaslan jî her yekî axaftinek kir û pişt re mifteyên xwendiyên xaniyan radestî wan hatin kirin.
