Walî Karaloglu: “Em ê tim bi cotyarên xwe re bin”
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi merasîmekê, di çarçoveya handana xudankirina kurmên armûşî û bipêşxistina berhemanîna doşava tûyan 20 hezar şitlên darên tûyê û 35 hezar û 560 ajarên bahîvan li cotyaran belav kirin.
Walî Karaloglu, di merasîma li Gerînendetiya Veguhastina Makîneyan de axaftinek kir û bi bîr xist ku Diyarbekir li Mezopotamyaya Jorîn li ser erdekê bi ber û têr adan li devereke giring e.
Karaloglu diyar kir ku ew her dem çandinî û cotyaran destek dikin û got, “li Diyarbekirê Serokatiya Çandinî û Daristanan, Serokatiya Kargêriya GAPê, Şaredariya Bajarê Mezin, şaredariyên navçeyan bi hevkarî, li gel cotyaran in û dê tim ligel wan bin.”
Karaloglu, bal kişand ku potansiyeleke mezin a çandinî û ajeldariyê li bajêr heye û got ku ev her demekê ji bo wan mijareke sereta ye.
Karaloglu amaje pê kir ku di warê şaredartiya civakî û bajarsaziya modern de wan projeyên ku ji Tirkiyeyê re bibin nimûne bi pêş xistine û got, her weha gelek projeyên me ji bo gundewaran jî hene.
Karaloglu bi bîr xist ku Serokatiya Daîreya Geşedana Gundewarî ya Şaredariya Bajarê Mezin gelek proje ji bo pêşveçûna welatiyên li gundan bi pêş xistine û got, wan ajar, şitil, tov, derman, zibil, makîneyên çandinî ji bo cotyaran li rêncberên gundan belav kirine.
Karaloglu bal kişand ser bêrmokên HÎSê û destnîşan kir ku ev bêrmok ji bo avdana pez û dewarên li zozanan belav dibin gelekî giring in û got ku par hişkesalî hebû me tê de mifayê van bêrmokan gelek baş dît.
Karaloglu bi bîr xist ku sala par ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Çandinî û Daristanan ve bi tankêran av kişandiye deverê, afir û delav bi van tankêran tijî kirine û got ku ew ê îsal jî bêrmokên HÎSê yên xirabûyî çêkin û nû bikin.
508 hezar şitil tên belavkirin
Karaloglu, diyar kir ku di çarçoveya projeya fêkiyên bi qailk ku 13 milyon lîre digire de, ew ê 508 hezar ajarên dara bahîv, fistiq, gûz û tûyan belav bikin.
Karaloglu bi bîr xist kut û li Pasûr, Hezro û Farqînê ji bo goza kurmên armûşî, li Çermûg û Çunguşê jî ji bo çêkirina bastêq û doşav û dimsê tête bikaranîn û weha axivî:
“Bi taybetî em dixwazin li navçeyên me yên erda wan palik û deşta wan hindik çandina van celeb daran bi pêş bixin. Bêguman li deverên berrî û deşt ku zevî bo çandina genim û ceh, pembû û garis guncaw be em naxwazin ser wan zeviyan bahîv, gwîz û fistiqan biçînin. Projeya me ew e ku daran li deverên çiya û pal, deştê jî genim û ceh biçînin.”
Midûrê Çandinî û Daristanan Mustafa Ertan Atalar û Serokê Da3ireya Xizmetên Gundewarî Nihat Nurbakî jî her yekê ji wan axaftinek kir.
Piştî ku walî Karaloglu, ajarên daran dane cotyaran bername bi girtina wêneyeke tomerî bi dawî hat.
