Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu: "Emrê jinan bi ser çavan ra"

Munîr Karaloglu û hevjîna wî Sevim Karaloglu beşdarî bernameya “8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate lidarxistin, bû û bi jinan re civîya

Karaloglu:

“Em dixwazin ku li Diyarbekirê jin xurt, bextewar bin, da ku Diyarbekir jî bextewar be. Ji bo civatek bextewar û xurt be divê jinên wê civakê xurt û bextewar bin.”

(Dayikên li Diyarbekirê nobetê bo zarokên xwe digirin)“Înşelleh bi wesîleya 8ê Adarê qîjîna wan bête bihîstin û destekê bidine wan"

Walî Munîr Karaloglu û hevjîna wî Sevim Karaloglu beşdarî bernameya “8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate lidarxistin, bû û bi jinan re hevdîtin pêk anî.

Malbata Karaloglu bi jinan re mijûl bûn, bi wan re sohbet kir, guhdarî kêşeyên wan kir.

Bername li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç birêve çû, pêşangeha Resul Çelik ku ji 56 fotoyên jinên deverên cuda cuda yên cîhanê pêk tê, vekir.

Bername li salona mezin dewam kir, Karaloglu di bernameyê de axivî û got ku van salên dawîn bi serperiştiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan gelek projeyên giring ji bo perwerde heta istihdama jinan hatin bipêşxistin.

“Her jinek bila bazinekê bixe zenda xwe”

Karaloglu bi bîr xist ku di serî de Şaredariya Bajarê Mezin dam û dezgeyên dîtir xebatên xwe ji bo debara jinan didomînin û weha axivî:

“Dil dixwaze ku li Diyarbekirê jinan teqez pîşeyeke xwe hebe. Di ADEMan de û bi banê Şaredariya Bajarê Mezin de gelek kursên me yên hunerî û pîşeyî hene. Dil dixwaze ku her jinekê bazinek di zendê de be, xwedî pîşeyekê be da ku bi hêsanî karibe karekî peyda bike. Heke bala wan li ser hunerekê be bila beşdarî kursên DÎSMEKê bibin. Gelek projeyên me ji bo vê çendê hene.”

Karaloglu diyar kir ku ew hewl didin di her warî de destekê bidin jinan û weha axivî:

“Em dixwazin ku li Diyarbekirê jin xurt, bextewar bin, da ku Diyarbekir jî bextewar be. Ji bo civatek bextewar û xurt be divê jinên wê civakê xurt û bextewar bin. Civaka jina wê xurt be ew civak jî xurt e. Civaka jin tê de şa be civak jî şad e. Çimkî jin in ku zarokan xwedan dikin, zarok paşeroja me ne, jin dayik e. Jin ku bextewar be, zarokên bextewar xudan dike, zarokên bextewar jî civakeke bextewar tînin pê.”

Karaloglu amaje pê kir ku ew gelekî bextewar e ku xizmeta jinan dike û got, “Wek Waliyê Diyarbekirê wek Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin em li ber emrê hemû dayikan, jinan û keçikan amade ne. Ji bo hûn bextewar bibin, çi ji destê me têt em dikin, em ê her bikin jî.”

“Dayik 925 roj e bin konî nobetê digirin”

Karaloglu dayikên ku li Diyarbekirê nobeta zarokên xwe digirin jî bi bîr xistin û got:

“Eziyet û şideta herî mezin ew e ku bi darê zorê wê ji zarokên wê dûr bixin. Dayikên li Diyarbekirê, dayikên li cografyaya me, dayikên li herêma me ji bo zarokên xwe yên bi darê zorê ji wan hatine bidûrxistin paşve bistînin 915 roj e li bin konî nobetê digirin. Çalakiya herî şanaz, herî mafdar a cihanê pêk tînin. Ji rêxistina zalim re dibêjin, zarokên ku we bi darê zorê ji me standine paşve bidin. Dibêjim ez zarokê xwe dixwazim. Ma daxwazek ji vê heqtir heye?”

Karaloglu diyar kir ku çalakiya van dayikan bi zanîn ji aliyê hin layenan ve nayê ber behs û axaftinê û weha axivî:

“Aniha kesên divê vî dengî bibihîzin xwe kerr kirine, xwe kor kirine, li cîhanê jî li Tirkiyeyê jî hinek derdoran guhên xwe xitimandine. Çavên xwe miqandine lê dawiya dawî ew ê pê bihesin ku ev çalaki çiqasî çalakiyeke mafdar e. Ew ê jî destekê bidine van dayikan. Armanca me ew e ku hemû dayik li cem zarokên xwe bin, dewlet têkoşîna vê dide. Înşelleh bi wesîleya 8ê Adarê Roja Jinan ev dayik jî demeke herî nêzik bigihîjin zarokên xwe û înşelleh kesên heta îro dengê wan nebiriye guhên xwe qîjîna van datikan bibihîzin û destekê bidine wan.”

Di dawiya bernameyê de koma “Ahengê Derûnî” ku ji jinan pêk tê stranên xwe pêşkêş kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan