Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu: “Me pêşî cih da keçikên gundan”

Walî Munîr Karaloglu, bi boneya “8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê” serdana Mêvanxaneya Xwendekarên Keç kir û Karaloglu:

“Bi taybetî me serê pêşîn cih da keçikên ku malbatên wan li navçeyên deralî ne. Malbat pir qerebalix in, derfeta wan bo xebitîna dersan tune. Me li vê derê derfeteke weha ji wan re çêkir.”

Walî Munîr Karaloglu û hevjîna wî Sevîm Karaloglu, bi boneya “8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê” seredana Mêvanxaneya Xwendekarên Keç a Şaredariya Bajarê Mezin, pêk anî.

Karaloglu, di şîvê de bi xwendekaran re hevdîtinek pêk anî û ji nêzik ve bi xwendekaran re mijûl bû.

Karaloglu, pirtûkên Sezaî Karakoç diyarî xwendekaran kirin û helbesteke vî şairî ji xwendekaran re xwend.

Walî Karaloglu, di axaftina vir de, diyar kir ku wek Şaredariya Bajarê Mezin gelek giringiyê didin ciwanan.

Karaloglu diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin di her warî de xebatên ku piştgiriyê didin xwendekaran dimeşîne û weha got, “Li Diyarbekirê ji krêşê heta bi malên zanînê, akademî lîseyan, akademî zanîngehan di her warî de xizmetguzariya me heye. Ji bo xwendekarên di temenê zanîngehê de ev mêvanxane gelekî giring e.”

Karaloglu diyar kir ku ew ji bo jêhatîbûna xwendekaran xizmeta mêvanxaneyê dikin û weha axivî:

“Hinek keçikên me puanên baş wergirtine lewra qeyda xwe nekirine; hinekan jî puaneka bi dilê xwe negirtiye lîse wisa qedandiye, bi taybetî em serê pêşîn cih didin xwendekarên ku malbatên wan li gund û navçeyên deralîne. Malbat pir qerebalix in, zêde nikarin dersa xwe çêkin. Me li virê ji wan re derfet çêkirin.”

“Em dixwazin hûn bibin pêşeng”

Karaloglu aşkere kir ku ew dixwazin di her warî de zîrek bin û weha axivî:

“Îsal em li benda serkeftina we ne lê ne tenê di ezmûnan de. Zarokên delal, em dixwazin hûn bibin pêşeng. Gava hûn li gundê xwe vegerin hûn serkêşiyê bikin. Hûn serkêşiya vejînê bikin. Em dixwazin hûn wek pêşeng li gund û warê xwe vegerin, lewra xwe di gelek warî de bi pêş bixin. Tenê nebin makîneyên hema rûdinin û dersan çêdikin, bibin mirovên wisa ku pirsgirêkan çareser dikin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan