Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu, mizgînîyek da ciwanan

“Walî Karaloglu mizgîniyek aşkere kir û got, “Ciwanên hêja, heke tu li Diyarbekirê bijî û te ji bo zanîngehe 2 an jî 4 salî qeyda xwe çêkiribe her sal tê 750 lîre destekê ji me bistînî.”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, diyar kir ku ew ê ji bo xwendekarên niştecihê Diyarbekirê ku îsal bo cara pêşîn qeyda xwe ji bo zanîngehan dikin 750 lîre destekê didê.

Karaloglu ciwanan bi peyvên, “Ronîka çavan, siberoja Diyarbekirê me, welatê me û mirovahiyê” pênase dike û dibêje:

“Ciwanên hêja, Heke hûn li Diyarbekirê dijîn û we qeyda xwe ji bo zanîngeheke 2 salî an jî 4 salî çêkiribe her sal em ê 750 lîre destekê bidine we. Li gerdena we aza be. Hûn Cezerî, Sezai Karakoç, Alî Emîrî, Hamid Aytaç, Ahmet Arîfên siberojê ne. Xweda zîhna we ronî, dewsa we ya ser rûkala erdê qewî bike.”

Şaredarî destekê dide xwendekarên zanîngehê

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta destekê bide xwendekarên Diyarbekirî ku îsal di ezmûna zanîngehê de bi ser ketine “Projeya Destek Bo Zankoxwînerên Nû” amade kir.

Di çarçoveya projeya ku dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve bête meşandin de, ji bo xwendekarên Diyarbekirî yên di ezmûnên zanîngehê de çi zanîngeha dewlet, çi ya taybet, an ya weqfê be, bo carekê dê 750 lîre destekê bidê.

Serokatiya Daîreya Danesaziyê bi vê mebestê nivîsbariya serlêdanan saz kir.

Xwendekar ji bo ji vî mafî sûdê werbigirin divê têkevin malpera http://destek.diyarbakir.bel.tr TC nimreya xwe, nav û paşnavê xwe binivîsin.

Agahî dê ser e-devletê bêne piştrastkirin

Nivîsbarî dê agahiyên xwendekaran ên der barê niştecîbûnê de ji NERSÎSê û agahiyê YKS’ê jî ji pergala OSYM’ê werbigire.

Pergal, agahiyên xwendekarî rasterast dê ji ser sîstema e-devletê bi otomatik kontrol bike.

Piştî ku agahiyên xwendekaran li pergalê hatin hilgirtin xwendekar dê hejmara xwe ya ÎBAN ligel belgenameya xwendekariyê ji ser e-devletê hilde û serlêdana xwe durist bike.

Xwendekarên ku agahiyên wan nerast bin, ji ser pergalê bi otomatik serlêdana wan dê bête betalkirin.

Serlêdan 27’ê îlonê roja duşemê dest pê dikin û dê heta 10’ê kewçêrê roja yekşemê saet 23:59’ê berdewam bin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan