Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu: "Xebatên me bo xweşkirina rêyan hene"

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, 30 kîlometir rêya gundên Bismilê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate çêkirin, xist ber xizmeta welatiyan.

Walî Karaloglu di axaftina merasîmê de bal kişand ku hema bêje li hemû gundên bi sere 17 navçeyên Diyarbekirê xebatên Şaredariya Bajarê Mezin hene.

Karaloglu diyar kir ku wan ji bo îsal plan e ku 1200 kîlometir rê çekin ji vê 180 kîlometir li navçeyan tê çêkirin û got ku heçî Bismil e navçeyeke pir bi lez mezin dibe û potansiyela vê navçeyê gelek bilind e.

Karaloglu, weha axivî:

“Siberojê bi taybetî piştî ku Bendava Farqînê amade bû dê kara wê gelek ji bo deşta Bismilê hebe. Bismil dê ji îro avedantir be û dê bibe navçeyeke pêşketîtir. Wekî rêzdar Serokomar dibêje, ‘rê jiyan e û rê şaristanî ye’. Rê nava zevî û cotyarî, zarok û dibistana wan, insanan bo insanan, taxan bo taxan, navçeyan bo bajaran nêztir dike û wan digihîne hev. Lewra jî em lê dixebitin ku ji navenda bajêr heta tax û gundan hemû rêyan xweştir bikin.”

Karaloglu bi bîr xist ku ji ber bi salan Bismil di ser guhan re hatiye avêt gelek kêmasî ketine ser hev û got ku van 3 salên dawîn ew ketine ser hemû kuçe û rêyên wê û xebat dane destpêkirin.

Karaloglu diyar kir ku di serê pêşîn de li Bismilê xebata gazê hatiye meşandin û paşê xetên ceyranê dakişandine bin erdê.

Walî Karaloglu, di dewama gotina xwe de got ku Bismil dê di encama xizmetguzariyeke baş de bibe navçeya herî spehî ya Diyarbekirê û bal kişand ku bi saya projeya EKAY’ê pirsgirêka vêkdana sergoyê jî tê çareserkirin.

Karaloglu destnîşan kir ku navenda çandê tê çêkirin, di nav wê navendê de ji bo ciwanan, jinan û zarokan xebatên çand û hunerî dê hebin.

Karaloglu aşkere kir ku din ava navenda çandê ya Bismilê de dê navenda jinan, mala zanînê û akademî lîse hebin û Mala Zanînê ya Prof. Dr. Azîz Sancar serê hefteyê dest bi perwredeyê dike û 200 xwendekar dê jê sûdê werbigirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan