Walî Karaloglu, xebatên şaredariyê venêrtin
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin ku li navenda bajêr berdewam dikin, raçav kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, hewl dide şûnwarên dîrokî û turîstîk ên bajêr spehîtir bike ji aliyê din ve jî ji bo barê hatûçûna trafîkê siviktir bike xebatên vekirin û nûkirina rê û rêbaran didomîne.
Walî Karaloglu, di dawiya hefteyê de şaneşîna li Fîsqeyayê û Baxçeyê Millet ê li navçeya Sûrê seh kirin û der barê pêdiviyên welatiyan de agahî wergirtin.
Piştre Walî Karaloglu serdana bulvara nû ya ku rêya Siwerêgê û rêya Rihayê digihîne hev seh kir û xebatên li ser çatrêka ku Rêya Hawirdorê û bulvara Diclekentê digihîne hev, saxtî kirin.
Karaloglu di daxuyaniya xwe weha got: “Heçî şaneşîna Fîsqeyayê ye, ji jêriya wê Koçka Kevirî, beramberî wê Hevsel û ber tenişta wê Baxçeyê Millet heye, ev dîmeneke bêhempa ye meriv jê têr nabe. Ez hewl didin Diyarbekira bi dîmenên xwezayî bêhevta ye gaveke din pêşve bibin.”
Di saxtîkirina Karaloglu de, ligel wî Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan û serekên daîreyan jî amade bûn.
