“Wê ji bo têkoşîna li hember feqîriyê pîlansaziya daneyên bingehîn bê amadekirin”
Hevserok Adnan Selçûk Mizrakli serdana Serokatiya Daîreya Xizmetguzariyên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê kir, da xwiyakirin ku wê ji bo têkoşîna li hember feqîriyê pîlansaziyek daneyên bingehîn amade bikin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, xebata xwe li Banqeya Xwirekê ya li Taxa Dîclekent a Navçeya Kayapinarê ye ku girêdayî bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetguzariyên Civakî ve ye berdewam kir û berpirsan pêzanîn werîgirtin. Mizrakli, destnîşan kir ku ev demeke dirêj e ev der nedihatin bikaranîn û pêwist e ji nû ve bên sazkirin, ji bo xebatên bên meşandin jî bi fermanberan re guftûgo kir. Mizrakli, ji bo têkoşîna li hember feqîriyê giringiya amadekirina pîlansaziyek daneyên bingehîn destnîşan kir.
“Sarmaşik modêla nimûne bû ji bo dinyayê”
Mizrakli, behsa têkoşîna li hember feqîriyê Komeleya Sarmaşikê kir ku bi Qerarnameya Di Hukmê Qanûn de hatibû girtin, û got ku “Sarmaşik, ji bo dinyayê hemû modêla tekane ye. Bizava wê ne bi tenê ji aliyê şaredariyê ve di heman wextî rêkxistinek bi hevkariya saziyên sivîl û hemû aktorên hevkar cihê û dilxwaz pêk dihat. Civakek çawa dibe dermanê derdê xwe, ji bo berxwedana li hember feqîriyê li ser çi asasekî wê hevkariyek çawa di navbera bajêriyan de ku dest bidin hev heye. Ji ber wê çendê jî ev xebat him tora aboriya hevkariyê ye û him jî hevpariya civakî ye.”
