Welatî hevşaredaran bi germî pêşwazî dikin
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê 16ê Nîsana 2019an destûrnameya kar wergirt û pê re ji 7 heta 70 saliyê welatî bi dilekî germ û dilsozane pêşwazî lê dikin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê 16ê Nîsana 2019an destûrnameya kar wergirt û pê re welatî bi dilekî germ pîrozbahîya hevşaredaran dikin. Hevşaredar mêvanên xwe li ber derî pêşwazî dikin û bi germî dihebînin. Hevşaredar di serdanan de bi zarokan re eleqeyek germ û jidil nîşan didin. Serdêran jî kêfxweşiya xwe bi karwergirtina hevşaredaran kirin û ji ber eleqeya wan a jidil malavayî li welatiyan kirin. her weha mêvan bi îkraman tên pêşwazîkirin.
Di serdanan de hevşaredar şûna kulîlkan pirtûkan werdigirin. Ev pirtûk dê ji bo pirtûkxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bên terxankirin.
