Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Welatiyan fitara xwe ya pêşî kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo xizan û rêdemayiyan konên fitarê vedane, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, bi boneya fitarê beşdarî konên fitaran bû u got, “rojane pênc hezar kes dikarin ji konên fitarê sûdê werbigirin.”

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li çar deverên bajêr konên fitarê vedan. Xizan û rêdemayî hatin bin konên fitarê û fitirîn. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ligel parlamentera HDPê Saliha Aydenîz, Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bulutttekîn û Cemal Ozdemîr û endamên meclisa şaredariyê beşdarî konê fitarê yê li Meydana Şêx Seîd bû.

Konê fitarê hezar û 500 kesî radigire, kon devîdev tijî bû. Welatiyan hevşaredar Mizrakli û şanda pê re pêşwazî kirin. Mizrakli, der barê menûya fitarê û helûmercên konî de agahî ji rayedaran wergirtin. Pişt re Mizrakli daxuyaniyeke kin da û bi bîr xist ku Şaredariya Bajarê Mezin li çar deveran konên fitarê vedane û got ku rojane zêdetirî pênc hezar kes fitara xwe li van deran dikin. Mizrakli weha got, “Li sê deran wek konê fitarê me damezrandiye, li Mêvanxaneyê jî hem fitar hem jî paşîv bo xizmên nexweşan tê dayîn. Her weha şaredariyên rajêr jî li deverina bajêr konên fitarê vedane.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan