Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Wezîr Soylu û Walî Guzeloglu, beşdarî cenazerakirina Pasûrê bûn

Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu û Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, çûne Pasûrê û beşdarî merasîma cenazeyên Ömer Yıldız, Abit Yıldız, Siraç Yıldız û Ahmet Ay bûn.

Li navçeya Pasûra Diyarbekirê di encama teqîna teqemeniyeka li ber rêya darvanîyan hatiye vedan Ömer Yıldız, Abit Yıldız, Siraç Yıldız û Ahmet Ay çûn ber rehma Xwedê. Ji bo van qurbaniyan li Mizgefta Mezin a Pasûrê merasîma cenazehildanê hate lidarxistin. Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, parlamenter Oya Eronat, Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê Ahmet Yavuz, nûnerên saziyên civaka sîvîl û komek welatî di merasîmê de amade bûn.

Merasîma wexerkirina qurbaniyan bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê kurtejiyana qurbaniyan hate xwendin.

Di merasîmê de axaftinên sersaxiyê hatin kirin, bo qurbaniyan ji Xwedê rehmet, bo malbatê wan jî ji Xwedê sebr û hedar hate xwestin. Qurbanî piştî rêwrismên ayînî li cihên destnîşankirî hatin biaxkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan