Xebat li ser bulvara ku rêya Riha-Elezîzê digihîne hev berdewam in
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe li ser bulvara ku rêya Riha-Xarpêtê digihîne hev, berdewam dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo barê hatûçûnê siviktir bibe û qonaxa hatûçûnê nêziktir bike, teqnekê rê û bulvarên nû çêdike.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, bulvareke 9,2 kîlometir dirêj û 50 metir fireh di navbera rêya Rihat û Xarpêtê de çêdike, xebatên kolandin, dagirtin û asfaltkirina vê bulvara nû berdewam in.
Ekîb, li ser qismê 1,5 kîlometir ê dikeve navbera Malên TOKÎ û Stadyûma Bajêr a Diyarbekirê de xebatên kolandin û dagirtinê bil ez xistine, deverên binesaziya wan çêkirî jî asfalt dike.
Piştî ku ev xebat hate temamkirin êdî welatî dê zûtir karibin xwe ji rêya Xarpêtê bigihînin rêya Rihayê û dê hatûçûneke ewletir bikin.
