Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebata çaksaziya rêyên gundan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo rêyên gundan ku zivistanê ji ber berf û baranan xira bûne, xebatên venêrîn û çaksaziyê dan destpêkirin.

Serokatîya Daîreya Çaksazîya Rê û Koordînasyona Binesaziyê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo rêyên gundan ku zivistanê ji ber berf û baranan xira bûne, xebatên venêrîn û çaksaziyê dan destpêkirin. Li navçeyên navendî heta niha 73 kîlometir xebata çaksaziya rêyan hatiye biencamdan.

Şaredariya Bajarê Mezin li navçeyên navendî heta niha li navçeya Sûrê, li gundên Boztepe, Zorova Henefî, Kervanpinar, Sarilar, Kozan û Sadiyê 34 km, li navçeya Yenîşehrê gundê Dokmetaş, Buyuransu, Tavşantepe, Guvendereyê 27 kîlometir, û li navçeya Baglarê li ser rêua kevin a Siwêregê 12 km çaksaziya rê hate kirin. Yekûna vê 73 km dike. Her weha di xebatan de 15 kîlometir karê kolan û dagirtinê jî hate pêkanîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan