Xebata li ser Rêya Berê ya Mêrdînê didome
Şaredariya Bajarê Mezin, xebata firehkirin û nûkirina li ser 4.5 kîlometir rêbara ku Rêya Berê ya Mêrdînê û Rêya Nû ya Mêrdînê digihîne hev, berdewam dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, Rêya Berê ya Mêrdînê ku şûnwarên dîrokî yên bajêr wekî; Girê Çilsiwaran, Pira Dehderî û Birca Keçikê li dora wê ne, nû dike.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, xebatên binesaziya li ser Rêya Berê ya Mêrdînê ku li navçeya Sûrê ye û ji warê turîzma bajêr ve xwedan giringiyê ye, didomîne.
Ekîbên çêkirina rê û rêbaran, li deverên ku dê rê bête firehkirin xebatên kolandin, danîna dîwêr û platformê berdewam dike.
