Xebatên binesaziya rêyan berdewam in
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), xebatên binesaziyê li ser hevbirîna Cadeya Leyla Qasim û Rêya Rihayê tên meşandin, didomin.
DÎSKÎ, bi mebesta xurtkirina binesaziya bajêr û ji bo dabînkirina pêdiviyên av û binesaziya warnişînên nû yên bajêr, li gel Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê xebatên xwe didomîne.
DÎSKÎ projeyeke bi buhayê 7 milyon û 346 hezar ji bo çareserkirina pirsgirên kanalizasyon û xebata ava baranan li navçeya Yenîşehir û Peyasê terxan kiriye, bi vê mebestê xebatên xwe li ser hevbirîna Cadeya Leyla Qasim û Rêya Rihayê didomîne.
Ji gorî projeyê dê 6 hezar û 200 metre xeta kanalîzasyonê, 5 hezar û 300 metre xeta ava baranan, 1200 metre xeta izgara ya ava baranan bê çêkirin, heta niha 3 hezar û 193 metre ji vê projeyê hate biencamkirin.
Mebesta me binesaziyeke bêqisûr e
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, diyar kir ku bi xebatên binesaziyê ew pirsgirêkên bajêr çareser dikin.
Tutşî, bal kişand ku ji bo parastina tenduristya mirovan û jîngehê ew xebatên binesaziyê dimeşînin, xebat lig elek deverên bajêr tên meşandin û got ku bi çêkirina xetên kanalizasyon û xetên ava baranan ew xizmetguzariyeke bêkêmasî ji bo xelkê Diyarbekirê dikin.
