Xebatên jinûve qîrkirina Cadeya Evrîm Alataş qediyan
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên seresazî û binesaziya li ser Cadeya Evrîm Alataş a li navçeya Baglarê bi dawî hatin.
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên ji bo Diyarbekireke hêj modêrntir didomîne û rê û rêbarên xweşik ji bo bajêr çêdike.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li ser hezar û 400 metre rêka dikeve navbera Cadeya Evrîm Alataşê û Bulvara Aram Tîgran xebatên peyarêk û nêkirina asfaltê meşand.
Li ser cadeyê 20 hezar metrekup derz, 15 hezar metrekup dagirtin, 28 hezar ton jêrzemîn hate çêkirin û 9 ehzar û 400 ton asfalta germ rijande cadeyê.
Bi xebatên asfaltkirinê re 10 hezar metrekare bazalt hatin dabînkirin û 5 hezar û 600 metre peyarêka bi bazaltê bordûr hatin çêkirin.
