Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebatên şaredariyê bo piştgiriya xwendekaran

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên têkevin ezmûna YKSê ‘Fuara Perwerdeyê ya Rojên Tercîhên Belaş’ li dar dixe. Fuarê dest pê kir.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Çandê û Civakî û Serokatiya Daîreya Karûbarên Ciwan û Werzîşê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên têkevin ezmûna YKSê ‘Fuara Perwerdeyê ya Rojên Tercîhên Belaş” li dar dixe. Fuar, li qada fuaye ya Navenda Çandê û Kongreyan hate destpêkirin. Di fuarê de 40 mamosteyên rêber bi beşdariya 30 saziyên perwerdeyê pêk tê û heta 29ê tîrmehê dê bidome. Di fuarê de xwendekar dikarin ji saet 09.00a sibê heta 18.00a êvarî destekê werbigirin.

Midûra Şaxa Xizmetên Ciwanan Xezal Arslan Erdemirci der barê fuarê de agahî dan û bal kişand ku xwendekar ji bo di hilbijartina zanîngehê de tercîha rast bikin, mamosteyên rêber rêzaniya wan dikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan