Xebatên ser veguherandina Medreseya Xatûniye dewam dikin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji sedî 70’ê xebata çaksaziya ser Medreseya Xatûniye ya li Henê ku dê bo Mala Zanînê bê veguherandin, bi dawî kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, di warê perwerdeyê de çawa ku li navenda bajêr ji bo xwendekaran derfetan çêdike her weha ji bo zarokên navçeyan jî xebatan dimeşîne.
Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê, ji bo Medreseya Xatûniye ya li navçeya Henê ku ji ber ku demeke dirêj bê xwedî maye bêserober bûye, dagerîne Mala Zanînê xebat dabûn destpêkirin û ev xebat berdewam in.
Di xebata çaksaziya Medreseya Xatûniyê de ser banê wê, kêranên wê û raxêrên wê di çaksaziyê re hatin derbaskirin, derî, pace di ber destan re hatin rawirtin û ji bo boyaxkirinê amade ne.
Xebatên kolandina dranajê dewam dikin û deverên wê yên kevzê girtî û deverên peritî dê bêne paqijkirin.
Xeta elektrîkê tê nûkirin û paşê dê armatûrên kevin bi yên nû bêne guhartin.
Şaredariya Bajarê Mezin, tê çaverêkirina heta dawiya meha îlonê xebata çaksaziya ser Medreseya Xatûniyê bi encam bike û Mala Zanînê bixe ber xizmeta welatiyan.
