Xizmeta hîpoterapîyê bo astengdaran
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo zarokên 4 heta 14 salî yên astengdar xizmeta hîpoterapîyê (terapîya bi hespan) didomîne.
Midûrtiya Şaxa Astengdaran a bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên astengdar ên 4 heta 14 saliyê xizmeta terapîya bi hespan daye destpêkirin. Terapî bi piştgiriya TJKê li Hîpodroma Amedê tê meşandin û bi beşdariya 10 astengdar û malbatên wan pêk hat. Rahênan ji aliyê rahênerên TJKê ve hate pêkanîn.
Rahêneran li cihên destnîşankirî zarok li hespan siwar kirin û bi siwarî li meydana hespan gerandin. Di rahênanê de, perwerdekaran ji bo astengdarên biçûk rahênanên kordînasyona bi çavan, xwe girtina ser pita hespî û bi hawirdorê re têkiliyeke çalaktir danîn pêk anîn.
Astengdarên ku dixwazin ji terapîya hespan sûdê werbigirin dikarin qeyda xwe li Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî ya li Sumerparkê bikin.
