Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel

Xwendekarên zanîngehê li standa “Bi Xêr Hatin” tên pêşwazîkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber destpêkirina sala nû ya perwerde û hînkirinê li Zanîngehê Dîcleyê standa “Bi Xêr Hatin” vekir. Di standê de ku daxwaz, pêşniyar û nêrînên xwendekaran tên girtin, derbarê piştgiriyên perwerdehiyê yên şaredariyê û pêvajoyên serlêdanê de jî agahî tên dayîn.

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Ragihandin, Çapemenî û Têkiliyên Gel ve, bi armanca ku xwendekarên zanîngehê bigihîjin xizmetên şaredariyê bi rengekî hêsantir, li ber Navenda Jiyanê ya Xwendekaran a Zanîngeha Dîcleyê standa “Bi Xêr Hatin” hat avakirin.

Xebatkarên Serokatiya Daîreya Têkiliyên Gel ên ku li standê peywirdar in, bi taybetî bi xwendekarên ku nû dest bi zanîngehê kirine re rû bi rû dicivin û daxwaz, pêşniyar û bendewariyên wan guhdar dikin. Her wiha ji bo ku xwendekar karibin nêrînên xwe yên derbarê Şaredariya Bajarê Mezin de rasterast ragihînin, formên daxwaz, pêşniyar û nêrînan jî tên tijekirin.

Ciyên dîrokî û çandî yên Amedê tên nasandin

Bi broşûrên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve hatine amadekirin, ciyên dîrokî û çandî yên Amedê jî ji xwendekaran re tên nasandin. Wekî din, Bultena Çapemeniyê ya ŞBMê jî digihîje destê xwendekaran û gelek îkram jî tên kirin.

Derbarê piştgiriyên perwerdehiyê de agahî tên dayîn

Ji xwendekarên ku cara ewil qeyda xwe çêkirî re, derbarê piştgiriyên perwerdehiyê yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tên pêşkêşkirin û pêvajoyên serlêdanê yên ku divê ji bo sûdwergirtina ji van piştgiriyan bên şopandin de agahî tên dayîn.

Standa “Bi Xêr Hatin” ku îmkan dide têkiliyeke rasterast bi xwendekaran re were danîn, daxwaz û pêşniyarên ciwanên zanîngehê yên derbarê rêveberiya xwecihî de digire.

Dê mehekê vekirî bimîne

Standa “Bi Xêr Hatin” ji bo ku xwendekar karibin daxwaz, pêşniyar û nêrînên xwe ragihînin, dê mehekê xizmetên xwe bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan