Daxwaz û pêşniyarên xwendekarên zanîngehê hatin tomarkirin
Standa “Tu Bi Xêr Hatî” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li ber Navenda Jiyanê ya Xwendekaran a Zanîngeha Dîcleyê hatibû vekirin, piştî xebateke nêzîkî mehekê dawî li faaliyetên xwe anî. Xwendekaran herî zêde di mijarên veguhastin, paqijî, çalakiyên civakî û civînên ciwanan de daxwazên xwe anîn zimên û serlêdanên hatine tomarkirin ji serokatiyên daîreyan re hatin ragihandin.
Xebatên standa “Tu Bi Xêr Hatî” ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re ve hatibû çêkirin da ku xwendekarên zanîngehê bi hêsanî bigihîjin xizmetên şaredariyê, bi dawî bûn.
Lê standa ku di navbera 28ê Îlonê û 23yê Cotmeha 2026an de faal bû, daxwaz, pêşniyar û dîtinên xwendekaran ji aliyê tîmên Çareseriya li Cî de hatin guhdarîkirin û tomarkirin. Serlêdanên ku hatine wergirtin, ji bo nirxandin û meşandina xebatên pêwîst ji serokatiyên daîreyan re hatin veguhastin.
Daxwazên xwendekaran hatin guhdarîkirin
Tîmên ku li standê wezîfedar bûn, bi taybetî bi xwendekarên ku nû dest bi zanîngehê kirine re rû bi rû axivîn û daxwaz û bendewariyên wan guhdarî kirin. Ji bo ku xwendekar dîtinên xwe yên derbarê xizmetên şaredariyê de rasterast ragihînin, formên daxwaz, pêşniyar û dîtinan hatin tijîkirin.
Kevroka xebatan de xwendekaran herî zêde di mijarên veguhastina zanîngehê, xizmetên paqijiyê, çalakiyên civakî û civînên ciwanan de daxwazên xwe anîn zimên. Daxwazên hatine tomarkirin ji bo veguhastina beşên eleqedar hatin nirxandin.
Cihên dîrokî û çandî yên Amedê hatin nasandin
Di çarçoveya xebatên standê de, bi rêya broşûrên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve hatine amadekirin, cihên dîrokî û çandî yên Amedê ji xwendekaran re hatin nasandin. Her wiha Bultena Çapemeniyê ya DBBê gihîşt xwendekaran û ikram ji wan re hatin kirin.
Derbarê piştgiriyên perwerdehiyê de agahî hatin dan
Ji xwendekarên ku cara yekem qeyda xwe li zanîngehê çêkirine re, derbarê piştgiriyên perwerdehiyê yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de agahî hatin dan. Xwendekarên ku xwestin ji van piştgiriyan sûd wergirin, derbarê pêvajoyên serlêdanê yên ku divê bişopînin de hatin agahdarkirin.
