Xwendekar di tatîla havînê de fêr dibin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên 8-14 salî kursên perwerdeyê vekirine û xwendekar bi saya van kursan, di tatîla xwe ya havînê de hem kêfê dikin hem jî fêr dibin.
Li Malên Zanînê yên di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de, ji xwe xwendekar havîna xwe hem bikêr hem jî xweş derbas bikin di hin waran de kursên perwerdeyê vekirine.
Di van kursên perwredeyê ku ji bo xwendekar grafîka xwe ya perwerdeyê bilindtir bikin hatine vekirin de dersên Tirkî, Matematîk, Zanistên Fenî, Îngilîzî, Zanistên Civakî tên dayîn û li rex wan helkeftên wek muzîk, govend, drama, spor, wêne, aqil û jîrayî, bîozanist, pirtûkxane, Qurana Pîroz, kodkirina robotîk, Bigere-bibîne têne lidarxistin.
