Xwendekaran Hefteya Îbn-î Sîna pîroz kir
Xwendekarên Malên Zanînê yên Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Hefteya Îbn-î Sîna bernameyeke yadkirinê li dar xist.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, bi boneya nivîskarê navdar, stêrknas, hizirmend û doktorê herî giring ê serdema xwe Îbn-î Sîna bernameyeke yadkirinê pêk anî.
Her sal, bernameya yadkirina Îbn-î Sîna di 17’ê Tebaxê de tê lidarxistin û di bernameyê de perwerdekaran der barê jiyan û berhemên navdarî de agahî dan xwendekaran.
