Xwendekaran serdana Mala Rojê kir
Mala Rojê, yek ji wan projeyên Şaredariya Bajarê Mezin e ku bi enerjiya avê hemû pêdiviyên xwe yên ronîkirinê pêk tê, xwendekarên dibistana seretayî pêşwazî kirin.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, bi mebesta hişmendiya jîngeha paqij li mejiyê zarok û ciwanan biçîne û nifşeke xwezaparêz bigihîne xebatên xwe ji bo ciwanan hene.
Bi vê boneyê 52 xwendekarên Dibistana Fatih kirin mêvan û li Mala Rojê ya li Sumerparkê gerandin.
Berra Çeri xwendekar e û 9 salî ye, diyar kir ku ev geryan gelekî baş bûye û got, “Li vê derê gelek pêzanîn der barê jîngehê û rojê de dane me. Me zanî ku roj serçaviyeke xwezayî ya elektrîkê ye.”
Teserifa av û ceyranê
Elanur Erdogan 9 salî ye, diyar kir ku ew li Mala Rojê der barê teserifê de gelek tişt hîn bûne û got, “Îro li vir me zanî ka divê çima avê û ceyranê bi teserif bi kar bînin. Gelekî gerîneke xweş bû.”
Baran Eken 10 salî ye, diyar kir ku di vê geryana bi mamosteyan re ew gelek tiştî fêr bûne û got, “Ji me re gotin divê em plastîk û metalan neavêjin nav xwezayê, çimkî ev tiştên diavêjin nav xwezayê hem dibin sebebe qirêjiyê hem û şewata daristanan.”
