Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xwendekarên mala zanînê û akademî lîseyan somestra xwe ‘xweş’ derbas dikin

Xwendekarên di Malên Zanînê û Akademî Lîseyên Şaredariya Bajarê Mezin de dixwînin di somestra xwe de hem perwerdeya xwe didomînin hem jî beşdarî çalakiyên civakî dibin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ji bo 15 rojên sometrê ji bo xwendekarên Malên Zanînê yên Navendî, Bismil Prof. Dr. Azîz Sancar û Henê Gurbuz û Akademî Lîseyên Sûr, Şehît Alî Gaffar Okan û Silvan El Cezerî hin bername amade kirin ku xwendekar hem perwerdeya xwe bidomînin hem jî demeke xweş derbas bikin.

Xwendekarên ku xwe ji bo ezmûna LGS, TYT û AYTê amade dikin, li rexmî dersên branşê yên perwerde-hîndekariyê beşdarî dersên din jî dibin û bi kêfxweşî dersên xwe çareser dikin.

Xwendekar, ji bilî perwerdeyê beşdarî çalakiyên çand û hunerî, sportîk dibin, lîstikên aqil û jîrahiyê fêr dibin, xebatên kodandina robotîk û teknozanistê dikin, xizmetên pirtûkxenayê hildidin, beşdarî dersên matematik, drama, muzîk, govend û hunerên dîtbarî dibin.

Xwendekar, bi çavdêriya mamosteyên kompûtergeriyê di fêrgehên teknozanistê de dersan vedikolin, li dû meraqên xwe dikevin.

Bi xizmetên Şêwirmendî û Rêberiya Psîkolojîk ji bo malbatên xwendekaran li gorî temenê xwe gotar têne amadekirin û di hin waran de agahdarî têne kirin.

Şîlan Guzel di Akademî Lîseyê de perwerde dibe, diyar kir ku ew ji piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin dide kerte perwerdeyê kêfxweş in.

Guzel bal kişand ku bi vê delîveyê wê hem derfet bo xebitîna dersan dîtiye hem jî stresê dişikêne û weha axivî:

“Gava dersên me nebin û aktîvîte nebin em bi dersên zêdebarî dilebikin. Li vê derê me hawirdoreke gelek xweşik heye, ji malbata xwe bêhtir em bi mamosteyên xwe re ne. Saziyê heman wext pêdiviya me ya testan jî dabîn kir, pirtûkên serçavî dan me. Nava hefteyê û dawiya hefteyê dersên me hene. Wexta dersa me nebe em diçin beşa teknozanistê, em ji kompûter û pirtûkxaneyê sûdê werdigirin.”

Em ji bo bicihanîna xeyalên xwe dixebitin

Guzel, bi bîr xist ku ew bi derfetên akademî lîseyê hewl didin xeyalên xwe bînin cih û weha axivî:

“Armanca min ew e ez mamostetiyê bi dest bixim, ez Zanîngeha 9 Eylul a Îzmîrê dixwazim. Bi derfetên vê derê ez dikarim vê xeyala xwe bi cih bînim. Çimkî ez gelek dixebitim, mamoste gelek alî me dikin.”

Mehmet Necatî Şehremîn jî diyar kir ku akademî lîseyê gelek hîkariyeke xwe ya erênî li jiyana wî ya perwerdeyê bûye.

Şehremîn diyar kir ku ew lê dixebite ku bixwîne û bi kêrî xelkê xwe were û weha got, “Ez dixwazim bibim polîs û wek Ali Gaffar Okan ji miletê xwe re ji welatê xwe re xizmetê bikim.”

Esranûr Kaymaz jî bal kişand ku armanca wê ew e ku ew Fakulteya Tipê bi dest xwe ve bîne.

Kaymaz aşkere kir ku ew bi saya etûtan kêmasiyên xwe temam dikin û got, ew bi saya aktîvîteyên sosyal serederî bi stresa xwe bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan