Xweza dijî erozyonê ber xwe dide: Malên Demo
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana gundê Malên Demo ya Erxeniyê kir û bal kişand ku ev darên rehên wan qewîm dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bigirin bin parastinê.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dr. Selçûk Mizrakli li navçeya Erxeniyê serdana gundê Malên Demo kir û rehên daran ên qewîm ku berxwedana xwezayê dijî hetme û erozyonê nîşan dide, seh kirin. Ev dîmena van daran dişibe darên meşîyok ên di fîlma “Serkêşê Gustîlan” de. Mizrakli amaje bi spehîtiya van daran kir û got ku ew ê van 500 darên maziyê bigirin ber parastinê. Ev darên kevnar li Rezê Guherê yê gund dimînin.
Mizrakli, ligel Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya û endamên meclisa şaredariyê li vê deverê geriya û piştre bi gundiyan re xweşbêjek kir. Mizrakli ji ber gundiyan zirar nedayê û ev dar weha parastine spasiya wan kir û got ku ew ê ji bo vê derê bibe cihekî serincrakêş xebatan bikin.
Mizrakli li çiyayê Meqamê gerîya
Piştî serdana gundê Malên Demo Mizrakli û şandeya pê re hilkişîyan lûtkeya çiyayê Meqamê. Hevşaredarê Erxeniyê Kaya, der barê Dêrê Meryemayê de ku bûye kavil, mêvan agahdar kirin. Kaya, behsa xebatên şaredariya Erxeniyê jî kir û got ku ew ê ji vir pê de bi awayeki bi rêkûpêk paqijiya çiyayê Meqamê bikin. Mizrakli jî bal kişand ku ev dever bo spora çiyageriyê gelekî baş e û der barê mijarê de şêwirîn. Mizrakli aşkere kir ku bo daxwaza teleferîkê ew ê xebatên fîzîbîlîteyê bikin û ligel geştyarên li ser çiyayê Meqamê sohbetek kir.
