Zabite raçaviya servîsên xwendekaran dike
Midûrtiya Şaxa Trafîkê ya bi ser Serokatîya Daîreya Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin, raçavî li servîsên xwendekaran kir. Di raçaviyê de ewlehiya canê xwendekaran û rehetîya wan li ber çav hate girtin, mînîbûsên xwendekaran dibin yeko yeko hatin rawestandin û der barê pêşilkirina rêgezname û kêmasiyan de hişyarî li şofêran hatin kirin.
Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Zabiteyê a Şaredariya Bajarê Mezin, bi destpêkirina serdema perwerdeyê ya sala 2019-2020ê, servîsên xwendekaran girtin ber kontrolê. Ekîban, raçavîya bo servîsên xwendekaran zêde kirin û servîsên Dibistana 5 Nîsan a li Yenîşehrê hatin kontrolkirin.
Di kontrolkirina ekîbên zabiteyê de, ruxseda wesayîtan, belgeya rêgehan, belgeya neqilkirinê, belgeya guncanîya wesayitê, hejmara paldankan û ka zêdetirê paldankan xwendekaran radigirin an ranagirin û k adi paldankanda kembera ewlehiyê heye an tune ye, tê kontrolkirin. Di kontrolkirinê de wesayitên kêmasiyên wan heyî hatin hişyarkirin û şofêrên din spasiya wan hate kirin.
