Zabite servîsên dibistanan seh dike
Şaredariya Bajarê Mezin, bi destpêkirina sala perwerde û hîndekariya nû re dest bi saxtîkirina servîsên dibistanan kir.
Serokatiya Daîreya Zabiteyan, ji bo xwendekar bi silametî karibin xwe bigihînin dibistana xwe û ji bo servîsvaniya dibistanan dîsîplîne bike û ji bo parastina mafên şofêran li ser wesayitên servîsên dibistanan saxtî kirin.
Saxtîkirin bi ekîbên Asayîşa Trafîkê re hate kirin û hate kontrolkirin ka şofêr li gorî Rêgeznameya Servîsên Dibistanan tevdigerin an van rêgezan pêşêl dikin.
Di saxtîkirinê de der barê bikaranîna maske, navber û paqijiyê de şofêr hatin agahdarkirin.
