Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zarok bûn mêvanê şaneşîna Fîsqeya

Zarokên ku di krêşên Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin serdana Şaneşîna Camekan a Fîsqeya kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên 4-6 salî yên di krêşên bin banê wê de perwerde dibin aktîvîteyên cur bi cur li dar dixe.

Bi bernameya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve hate lidarxistin, zarok li Şaneşîna Fîsqeya gerîyan.

Zarok bi serperiştiya perwerdekaran hatin Şaneşîna Cemaken û ligel malbatên xwe ji wir ve li Qesra Kevirî, Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîjleyê temaşe kirin.

Zarokên bo cara pêşîn derketin ser şaneşîna camekan, gelekî bi kelecanî bûn.

Şaredariya Bajarê Mezin, li kafeya li Şaneşîna Fîsqeya vekirî, îkramine cur bi cur ji zarok û malbatên wan re kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan