Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

146 xebatkarên dermanreşandinê li ser kar in

Bi germbûna hewayê dinyayê re Şaredariya Bajarê Mezin dîsa xebatên dermanreşandinê dane destpêkirin û 146 xebatkarên dermanreşandinê ku par bi dawîbûna girêbesta wan re ji kar hatibûn derxistin, dîsa girtin kar û wan dest bi xebata xwe kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo rêlibergirtina berbelavbûna nexweşiyên vegir, li 17 navçeyan li park û seyrangehan, li çirav û kavilan dest bi dermanreşandinê kir. Mebesta dermanreşandinê ew e ku kêz û mêş, pêşû û kelmêş, dûpişk û mar zêde nebin û zirarê nedin mirovan.

Ji bo dermankirinê Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, 146 xebatkarên ku par ji kar hatibûn derxistin, ji nû ve bi wan re girêbest pêk anî û dest bi karê xwe kirin.

Ev 146 xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin li 17 navçeyan û hemû gundên bi ser wan beşdarî xebatên dermankirinê bibin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan