8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat pîrozkirin
Bi beşdariya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu û hevjîna wî Ayşe Guzeloglu û bi malovaniya Parêzgarî û Şaredariya Bajarê Mezin 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hin bernameyan hate pîrozkirin.
8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê her sal li dinyayê tê pîrozkirin, li Diyarbekirê jî bi hin bernameyên cur bi cur 8ê Adarê hat pîrozkirin. Bernameya pîrozbahiyê, bi malovaniya Parêzgarî û Şaredariya Bajarê Mezin li Navenda Çand û Kongreyan bi rê ve çû. Ligel Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu û hevjîna wî Ayşe Guzeloglu, wezîrê dewra borî M. Mehdî Eker, parlamenter Oya Eronat û Ebubekir Bal, Nûnerê Wezareta Navxweyî yê Diyarbekirê Îbrahîm Mete, Alîkara Walî Zerrin Çay Beşikçi, ligel giregirên hukmî û leşkeri yên bajêr gelek kes beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Bernameya pîrozbahiyê bi xwendina sirûda Îstiqlalê dest pê kir û pê re Qurana Pîroz hate xwendin. Di bernameyê de sînevîzyonek der barê xebatên Emîne Erdogan a hevjîna Serokkomar ên ji bo jinan hate nîşandayîn, piştî axaftina Alîkara Walî Zerrin Çay Beşikçî, Walî Guzeloglu jî der barê giringiya rojê de axaftineke berfireh kir.
