Bi dirûşma "Bi Hezaran Daran Amedeke Keskeşîn" şaxedar hatin daçikandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi dirûşma "Bi Hezarên Daran Amedeke Keskeşîn" li Parka Bajêr a Mezopotamyayê şaxedar daçikandin zikê axê. Hevşaredar Bucak di çalakiyê de axivî û diyar kir ku di rojên pêş de ew ê li seranserê bajêr zêdetirî 20 hezar şaxedarî di axê re kin û got, "Bila canê me can bide canê me, avê bide axa me."
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Parka Bajêr a Mezopotamyayê ku qadeke bi giştî 211 hezar û 656 metre çargoşe digire nava xwe û xebatên wê di qonaxa dawî de ne, bi dirûşma "Bi Hezarên Daran Amedeke Keskeşîn" çalakiya çandina şaxedaran pêk anî. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Sekreterê Giştî yê BŞB'ê Serdar Bakiroglu, serokên daireyan, nûnerên ekolojî û rêxistinên civaka sivîl, ciwan û zarokan tevlêbûneke mezin nîşanî çalakiyê dan.
Hevşaredar Bucak: Bila canê me giyan bide canê me
Hevşaredar Serra Bucak di çalakiyê de axivî û diyar kir ku di mehên pêş de ew ê li seranserê bajêr zêdetirî 20 hezar şaxedarî di axê re kin û got: "Ez hêvî dikim ku di xala me ya hevdîtinê ya piştî vê re bi hejmareke pir zêdetir; bi dilxwazan, bi çalakvanên ekolojiyê, bi zarok, ciwan û xwendekarên zanîngehê re em ê werin gel hev. Destê we hemûyan sax be, bila dara we ji niha ve pîroz be. Bila canê me giyan bide canê me, avê bide axa me."
Di çarçoveya xebatan de di qonaxa ewil de 117 heb darên berû û darên kevotê hatin çandin. Hevşaredar Bucak bi kesên pê re şaxedar di axê re kirin û hêviya zêdebûna qadên keskahiyê xwest.
Di çarçoveya projeya giştî de jî dê nebatên ji cureyên mîna darên kezwanan, kevota zîvî, manolya, tû, çinar, simaq, sêvên xemilandinê, hirmiyên xemilandinê û arûngên xemilandinê di axê re daçikilandin.
Li gorî xebatên hêşînkirinê yên ku li seranserê bajêr têne meşandin, tê plankirin ku 8 hezar şaxedar li Parka Bajêr a Mezopotamyayê, 5 hezar li Naturaparkê, 3 hezar li Bulvara Gaffar Okan, 2 hezar li qadên peyzajê yên goristana nû û 2 hezar jî li qadên cûrbecûr ên bajêr, bi giştî 20 hezar şaxedar werin çandin.
