Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar Emîn Ay: Tişta ku me pêdivî pê heye ne pevçûn e, aştiya demokratîk e

Li dawiya rûniştinên roja yekem a sempozyuma Mafê Axaftinê: Hafizaya Civakî, Şahidî û Travma, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay axivî. Ay diyar kir ku travmayên ji ber şer, tundûtûjî, koçberiya bi darê zorê û windahiyan dibin sedem, dikarin bibin birînên civakî û got: “Tişta ku me hewceyî pê heye ne bêdengî ye, axaftin e; ne înkar e, rastî ye; ne jibîrkirin e, bibîranîn e; ne tolhildan e, edalet e; û ne pevçûn e, aştiya demokratîk e.”

Sempozyuma “Mafê Axaftinê: Hafizaya Civakî, Şahidî û Travma” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê û Komeleya Xebatên Travmayê ve hatibû organîzekirin, li Salona Konferansê ya Alî Emîrî a Bajarê Mezin tevahiya rojê dom kir.

Travma, windahî, berxwedan û binpêkirina mafan hatin nirxandin

Di çarçoveya sempozyumê de rûniştinên bi sernavên “Dengê Yê Hatiye Bêdengkirin: Ziman, Nasname û Travmaya di Navbera Nifşan de”, “Windahî û Şahidî: Windakirina Bi Hêz, Bêcezabûn û Şîn”, “Berxwedana Jinan û Hafizaya Wê” û “A Ku Li Ser Bedenê Mayî: Binpêkirina Mafan, Hafizaya Bedenî û Mercên Çareseriyê” hatin lidarxistin. Di rûniştina dawî ya roja yekem a sempozyumê de jî di bin sernavê “Pêşniyarên Polîtîkayê” de nirxandin hatin kirin.

Hevşaredar Emîn Ay: Rûbirûbûna bi hafizayê re riya paşerojeke azad vedike

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay di dawiya roja yekem a sempozyumê de axivî û diyar kir ku îro careke din derket holê ku rûbirûbûna civakan bi raborî, êş, şahidî û lêgerîna rastiyê re çiqasî girîng e.

Hevşaredar Ay destnîşan kir ku mafê axaftinê ne tenê axaftina ji rêzê ye; di heman demê de bilindkirina dengê yên hatine bêdengkirin, derxistina tiştên hatine veşartin, rawestîna li dijî rastiyên hatine înkarkirin û kirina hafizaya civakî ye ku bibe parçeyek ji jiyanê û got: “Hafizaya civakî ne tenê berhevkirina bûyerên di raboriya civakê de ye. Hafizaya civakî nasnameya wê civakê ye, wijdana wê ye û bingeha têkiliya wê ya bi paşerojê re ye. Civakên ku hafizaya xwe winda dikin, di fêmkirina êşên raborî de û rêgirtina li dubarebûna wan de zehmetiyê dikişînin. Ji ber vê yekê, rûbirûbûna bi hafizayê re nayê wateya di raborî de manê; berevajî wê, riya paşerojeke adil, azad û demokratîk vedike.”

‘Şahidî di dijî înkarê de parastina rastiyê ye’

Hevşaredar Ay anî ziman ku bi taybetî li wê erdnîgariyê ku pevçûn, şer, koçberiya bi darê zorê, windahî, înkar û zextên civakî tê de qewimîne, şahidî xwedî wateyeke gelekî girîng e û got: “Şahidî ne tenê vegotina tiştên qewimîne ye; di heman demê de li dijî înkarê parastina rastiyê ye. Veguhestina gotin û çîrokên kesên ku bi salan e dengê wan nehatiye bihîstin, êşên wan nehatine dîtin û ezmûnên wan nehatine qeydkirin, erdekî dîrokî û exlaqî ye. Travma jî ne tenê birînên derûnî yên kesane ne. Travmayên ku ji ber şer, tundûtûjî, koçberiya bi darê zorê û windahiyan çêdibin, dikarin bibin birînên civakî û ji nifşekî derbasî nifşekî din bibin. Bêyî ku bi van birînan re rûbirû bibin, bêyî fêmkirina wan û ava nekirina mekanîzmayên civakî ji bo başbûna wan, avakirina aştiyeke rastîn a civakî ne mimkûn e.”

‘Li cihê ku înkar hebe aştî û jiyana demokratîk a mayînde geş nabe’

Hevşaredar Ay diyar kir ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e; nasîna êşan, derxistina holê ya rastiyê, bihîstina dengê mexdûran, misogerkirina edaletê û rûbirûbûna civakê ya bi boriya xwe re ye. Ay destnîşan kir ku nabe rûbirûbûna bi raborî re wek tawanbarî yan jî lêgerîna tolhildanê bête dîtin.

Berevajî vê, Hevşaredar Ay got ku rûbirûbûna bi borî re mercê bingehîn ê avakirina paşerojeke hevpar e: “Di civakên ku bi rastiyê re rûbirû nabin de înkar ji nû ve tê hilberandin; li cihê ku înkar hebe aştî û jiyana demokratîk a mayînde geş nabe.”

Hevşaredar Ay anî ziman ku ew wek rêveberiyên herêmî parastina hafizaya civakî, qeydkirina şahidiyan û parastina nirxên kulturî û dîrokî wek berpirsiyariyeke girîng dibînin û hêvî kir ku yek ji encamên herî girîng ên vê sempozyumê ew be ku gotin û şahidî bibe hêzeke civakî.

Hevşaredar Ay axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Paşeroja civakê ne bi wê yekê tê diyarkirin ku ew çiqas ji borya xwe dûr ketiye û ew jibîr kiriye; bi wê yekê tê diyarkirin ku ew çiqas bi cesaret bi borya xwe re rûbirû bûye. Tişta ku me pê heye ne bêdengî ye, axaftin e; ne înkar e, rastî ye; ne jibîrkirin e, bibîranîn e; ne tolhildan e, edalet e; û ne pevçûn e, aştiya demokratîk e.”

Sempozyum wê sibê bi meş û atolyeya hafizayê berdewam bike

Bernameya roja duyemîn a sempozyumê, roja Yekşemê 8î Mijdarê, bi çalakiya “Meşa Hafizayê: Bi Bîr Anîn, Şahidî Kirin, Jibîrnekirin” berdewam bike. Meşa ku di bin rêberiya Derya Bozarslan de bi 20 kesî re bê kirin, di saet 09.30an de dê ji Qada Deriyê Çiyê dest pê bike.

Meşa hafizayê ku wê Deriyê Serayê, Minareya Çarling, Dêra Ermeniyan a Surp Giragos, Dêra Surp Sarkis, Abîdeya Wijdana Hevpar û Goristana Ermeniyan bê ziyaretkirin, dê heta saet 13.30an bidome.

Bername dê bi “Atolyeya Tiştên di Bîra Me de Mayî / Tiştên ku Me Bi Bîr Anîne” ku di navbera saet 14.30-16.00an de bê lidarxistin, bi dawî bibe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan