Hevşaredar Bucak: Azadiya derbirînê bingeha aştiya mayînde ye
Di “Konferansa Edebiyat û Aştiyê” de ku bi organîzasyona PENa Navneteweyî û PENa Kurd hat lidarxistin, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî û diyar kir ku azadiya derbirînê bingeha aştiya mayînde ye û got: “Gotinên azad gelên azad diafirînin; divê gelên azad jî di nav aştiyê de bijîn, bixwînin û binivîsin.”
Konferansa Edebiyat û Aştiyê ku rola edebiyat, ziman û rewşenbîriyê ya di aştî, lihevhatin û jiyana hevpar de hat gotûbêjkirin, bi organîzasyona PENa Navneteweyî û PENa Kurd pêk hat. Konferansa ku bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Peyasê, Şaredariya Rezanê, Şaredariya Yenîşehîrê û Şaredariya Sûrê li Salona Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin; Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisê, serokên daîreyan, nivîskar, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.
Hevşaredar Bucak: Aştî bi zimanê ku em diaxivin tê avakirin
Hevşaredar Serra Bucak di axaftina vekirinê ya konferansê de destnîşan kir ku ew gotina “Her ziman cîhanek e” pir baş dizanin û got: “Gava zimanek tê bêdengkirin cîhanek winda dibe. Em îro li vir in ku vê cîhana xwe ji nû ve bi dest bixin û barê avakirina aştiyê sivik bikin.”
Bucak, nivîskar û hunermendên ku ziman û çanda kurdî parastine û anîne îro û nivîskarên gelên bindest bi bîr anî û bal kişand ser wê yekê ku herêm dîsa bi hêviya aştiyê re rû bi rû ye. Bucak got: “Aştî bi tenê bi muzakerên li ser maseyê nayê avakirin. Di heman demê de bi zimanê ku em diaxivin tê avakirin. Aştiya ku rêzê li zimanê gelan negire, di rastiyê de ne aştiyeke tam e.”
‘Peyvên azad gelên azad diafirînin’
Hevşaredar Bucak da zanîn ku gelek nivîskar ji ber gotinên xwe bedelên giran dane û bi bîr xist ku nivîskar, weşanxane û rojnamevanên kurd hatine girtin, sirgûnkirin û kuştin, pirtûk hatine qedexekirin û zarok ji ber ku bi zimanê xwe yê zikmakî axivîne hatine cezakirin. Bucak anî ziman ku azadiya xwe îfadekirinê mafekî mirovahiyê û bingeha aştiya mayînde ye û wiha axivî:
“Gelên ku dikarin bi azadî biaxivin, binivîsin, stranan bêjin û zarokên xwe bi vî zimanî mezin bikin, dikarin bi gelên din re di nava aştiyê de bijîn. Gava mirov dikarin rastiyên xwe bê tirs bêjin, pêdivî bi hêz û tundiyê namîne. Gotinên azad gelên azad diafirînin; divê gelên azad jî di nav aştiyê de bijîn, bixwînin û binivîsin.”
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku mazûvaniya vê konferansê rûmeteke mezin e û anî ziman ku di asta fermî de hîn jî li kolanan li dijî axaftina bi zimanê kurdî astengî hene. Bucak bi gotina ku ew bi berxwedan û keda nivîskar û helbestkaran û bi tevkariya guhdar û xwendevanan re pir serbilind e, axaftina xwe qedand.
Piştî axaftinên vekirinê konferans bi rûniştinan berdewam kir.
